Kerr û lal e bi îdiaya ‘propagandayê’ hat binçavkirin

Li navçeya Xwlgetiyê welatiyê bi navê Hişman Dîlsîz yê kerr û lal ku nizane bixwîne û binivîsine bi îdaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat binçavkirin. Piştî îfadeyan Dîlsîz bi şertê kontrola edlî hat berdan

Li taxa Sutveren a navçeya Xelfetiya Rihayê welatiyê bi navê Hişman Dîlsîz yê ker û lal ku nizane bixwîne û binivîsine bi îdaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat binçavkirin. Dîlsîz îro derxistin Dadgeha Rihayê û piştî îfadeya wî hat girtin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Hat îdiakirin ku Dîlsîz ê nizane bixwîne û binivîse li ser Facebookê propagandaya kiriye. Parêzerê Dîlsîz got miwekîlê wî ji dayikbûnê ve ker û lal e û zimanê îşaretê jî nizane û nizane bixwîne û binivîse. RIHA