Çeteyên Tirkiyeyê êrîşî gundê Um El-Hoş dikin

Çeteyên girêdayî artêşa tirk a dagirker ji bajarê Mari yê bakurê Helebê bi topan êrîşî gundê Um El-Hoş ê kantona Şehbayê dikin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) nûçeyeke lezgîn derbas kir û ragihand ku Çeteyên girêdayî artêşa tirk a dagirker ji bajarê Mari yê bakurê Helebê bi topan êrîşî gundê Um El-Hoş ê kantona Şehbayê dikin. Li gorî nûçeyê heta van kêliyan 5 top li gund ketine û nayê zanîn ku çi xesar gihîştiye gund.

Li gundê Um El-Hoşê bi sedan sivîlên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê derketine, dimînin. ŞEHBA

Dikarî Biecibînî