Rewşa Guven a tenduristiyê xeternak e

Parêzerê Leyla Guven, Serdar Çelebî da zanîn ku rewşa muwekîla wî pir xeternak e. Çelebî got dibe ku di her kêliyê de her tişt biqewime û bedena Guven êdî nikare xwe ji nexweşiyan biparêze

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 79’emîn de berdewam e. Roj bi roj rewşa tenduristiyê ya Guven ber bi xerabiyê ve diçe û gihaştiye asteke krîtîk. Têkildarî mijarê parêzerê Guven, Serdar Çelebî axivî.

Serdar Çelebî di serî de bal kişand ser biryara girtina Guven û destnîşan kir ku dosya der barê wê de hate amadekirin, ji bingeha hiqûqî bêhtir, bi têgihiştin û armancên siyasî hatiye amadekirin. Çelebî got ku Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û wiha dom kir: “Di rûniştina 7’ê mijdarê de gotibû ku tekane daxwaza wê, rakirina tecrîdê ye. Ji ber vê jî bala wê li ser dosyeya wê nîne û tevlêbûna danişînê yan jê netevlêbûn, ji bo wê girîng nîne.”

Rewşa tenduristiya Guven nebaş e

Çelebî destnîşan kir ku her çiqas niha hişê Guven li serê wê be û fonksiyonên jiyanê têk neçûbin jî, ne diyare bê ka dê sibê çi bibe û wiha dawî li axafina xwe anî: “Di demên dawî de me gelek grevên birçîbûnê yên demdirêj dîtin. Lê belê ji bo her kesî rewş cuda ye. Mafê kesî nîne ku bi xemsarî tevbigere. Di her kêliyê de qewimîna her tiştî pêkane. Lewma jî ya pêwîst divê bi lezgînî bê kirin. Ji ber ku muwekîla me nikare bi rehetî avê jî vexwe. Êş ketiye serê wê, deng û dîmen wê bêzar dike. Nikare bi rehetî bimeşe, ji xwe nekarî bê dîtina parêzeran û malbatê. Em bi bijîşkan re axivîn û gotin; ‘di rewşeke wisa de ku hem razayî ye û hem jî nerazayî ye’. Ev jî tê wê wateyê ku nikare bêhna xwe vede. Lewma jî pir bêhal dibe û ev jî dibe sedem ku sîstema xweparastinê ya bedena wê qels bibe. Bi vê yekê re dibe ku nexweşiyên din jî lê rû bidin.” AMED

Dikarî Biecibînî