Çima Barzanî beşdarî danûstandinên hikûmetê nabe?

Heya niha jî Mesrur Barzanî bi tu awayî beşdarî danûstandinên avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûye. Aktîvîst û rojnameger diyar dikin ku sedema nebeşdarnebûna danûstandinan a Mesrur Barzanî, xwemezinkirin e. Endamê PDK’ê jî diyar kir ku  çi dema pêwîst bike dê Mesrur Barzanî beşdarî danûstandinan bibe

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên 30’yê îlona 2018’an a parlamentoya Herêma Kurdistanê de bû partiya yekem. Her wiha PDK’ê şandeyek ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ava kir.

Şandeya PDK’ê di nav 3 mehên derbasbûyî de 5 caran li gel Yekitiya Niştîmanî Kurdistan û Tevgera Goran civiyaye. Lê di tu danûstandinan de jî namzetê PDK’ê ku weke serokê kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ye, beşdarî tu civînan nebûye. Ev yek jî rastî pirs û rexneyên aktîvîstên siyasî û rojnamegerên Herêma Kurdistanê hat.

Aktîvîstê siyasî Edalet Edbula ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Di dema borî de gelek alozî di navbera PDK û YNK’ê de çêbûn. Bi taybet jî di çapemeniyê de daxuyaniyên tund li hember hev bi kar anîn û yek ji wan kesên ku daxuyaniyê tund dan jî Mesrur Barzanî bû. Ji ber wê niha bi awayekî aktîf beşdarî danûstandina nabe. Dibe ku têkiliyên xwe bi berpirsyarên partiyê re jî hebe ku Mesrur Barzanî serpereştiya şandeyê nake. Pêwîst e kesê duyem serperştiya şandeyê bike ku ew jî kak Nêçîrvan Barzanî ye.”

Çima Barzanî di şandeyê de cih nagire

Rojnameger Hêmin Mamend jî diyar kir ku ev maf ji PDK’ê re hatiye dayîn bê ka dê kî berpirsyariya şandeya danûstandina bike. Hêmin Mamend got ku kî ji bo namzetiya serokatiya hikûmetê hatibe destnîşan kirin divê ew serokatiya şandeyê jî bike, ji bo wê cihê gumanêye ku Mesrur Barzanî di nav şandeyê de cih nagire. Mamend li ser sedema beşdarnebûna Mesrur Barzanî ya ji bo şandeya danûstandinan ev tişt anî ziman: “Sedema beşdarnebûna Mesrur Barzanî ya ji bo şandeya avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê weke du xal em dikarin diyar bikin. Ya yekem pêşbaziya di navabera Mesrur Barzanî û Nêçîrvan Barzanî de ye. Pêşbaziya di nav du pismaman de ku PDK’ê Nêçîrvan Barzanî weke namzetê serokatiya Herêma Kurdistan nîşan daye û PDK dixwaze bi gotinekê erka serokatiya Herêma Kurdistanê diyar bike û naxwazin Nêçîrvan bêkar bimîne. YNK û Tevgera Goran naxwaze têkevin bin vî barî. PDK ji bo serokatiya şandeya danûstandina Nêçîrvan Barzanî dê erkdar bike ku misogeriya erka serokatiya parlamantoyê ji bo wî bimîne. Her wiha dibe ku Nêçîrvan Barzanî bi rengekî cuda lihevkirinê pêk jîne. Ji bo beşek zêde ya kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wan bimîne.”

Mamend di berdewamiya axaftina xwe de jî wiha qala xala duyem kir: “ Xala duyem jî peywendiya xwe bi vê yekê re heye ku dibe Mesrur Barzanî xwe mezin dike.  Ji bo wê başdarî danûstandina nabe. Kesek ku Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bû. Ji derveyî qanûn, parlamento û yek alî kar kiriye. Niha weke şerm dibîne ku li gel van partiyan bicive. Bavê Mesrur Barzanî, Mesûd Barzanî li pişt van danûstandinan e.”

Divê parlamento qebûl neke

Rojnameger Hêmin Mamend zêdetir qala beşdar nebûna Mesrur Barzanî kir û wiha jî got: “Ger ku beşdarî danûstandina nebe dê ji lihevkirinan bê agahdar bimîne. Pêwîst e partî  û alî vê yekê qebûl nekin û divê bêjin em dixwazîn li gel wî kesî baxivîn. Pêwîst e em rast bin ji bo pêkanîna hikûmetê. Ne ku paşê bêje agahiya min ji vê lihevkirinan nebû. Her wiha divê parlamentoya Herêma Kurdistanê vê yekê qebûl neke.”

Li ser heman mijarê Endamê Şandeya danûstandinan ya PDK’ê Firset Sofî jî ev tişt got: “Heya niha jî parlamentoya Herêma Kurdistan kak Mesrur erkdar nekiriye ji bo pêkanîna hikûmeta nû. Ji bo wê beşdarî danûstandina nabe. Lê weke mekteba siyasî alikariyê dide me û bi me re di nav hevsengiyan de ye û beşdarî civînan jî dibe. Niha jî ji rewşê agahdare û di nav projeyê de ye.” Li ser pisra wê kengê pêwîstî pê hebe ku Mesrur Barzanî beşdarî danûstandinan bibe, Firset Sofî wiha got: “Ji bo vê mijarê ez nikarim baxivin.” HEWLÊR