Rêveberên HADEP’ê bi bîr anîn

Rêveberên DBP û HDP’ê di 18’emîn salvegera windakirina Serok û Sekreterê HADEP’ê yên Sîlopî Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên di 25’ê çiyela 2001’an de li qereqola cendirmeyan hatin binçavkirin û windakirin, li Sîlopiyayê bi bîr anîn.  Keça Ebûbekîr Denîz Ceylan Deniz nameya ji bavê xwe re nivîsandibû xwend û got: “Hin caran dema ez di rê de dimeşin ez xeyal dikim ku tu dê bêyî.”

Rêveberên DBP û HDP’ê di 18’emîn salvegera windakirina Serok û Sekreterê HADEP’ê yên Sîlopiyayê Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên di 25’ê çiyela 2001’an de li qereqola cendirmeyan hatin binçavkirin û windakirin, li ber avahiya HDP’ê ya Sîlopiyayê daxuyanî dan, Denîz û Danîş bi bîr anîn. Di bernameya bîranînê de malbata Taniş û Denîz, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP û DBP’ê amade bûn. Di bernameya bibîranînê de wêneyên Taniş û Denîz rakirin. Hevseroka HDP’ê ya Sîlopiyayê Fatma Gunduz diyar kir ku Fermandare Alaya Cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz yê wê demê gef li Taniş xwar ku îstîfa bike û wiha got: “Armanca hevalên me siyaseta demokratîk bû. Bi hezaran hevalên me ji aliyê destê tarî ve hatin windakirin. Yên ku Taniş, Denîz û yên din winda kirine diyar in. Em dixwazin bên dîtin û darizandin.”

‘Hestiyên zarokên me li ku ne’

Bavê Serdar Taniş Şuayip Taniş jî di biranînê de hêsirên çavê wî herikîn û bi zorê gotin ji devê wî derketin. Bav Taniş anî ziman ku ew aqûbeta kurê xwe meraq dikin û wiha got: “Yên ku kurê min winda kirin pişta xwe dan dewletê. Ger ku dewlet li van zaliman xwedî dernekeve dê ev zalim derkevin holê. Em dixazin fêr bibin ku hestiyên zarokên me li ku ne. Em ji hikûmetê dixwazin ku li pişt zaliman nesekinin.”

Keça Ebûbekîr Denîz Ceylan Denîz ku dema bavê wê hat windakirin 5 salî bû jî nameya ji bo bavê xwe nivîsîbû xwend. Denîz, wiha got: “Canê min, bavê min. Ez nizanim niha tu min dibihîze ya na. Lê dîsa ez ê binivîsim. Demek pir dirêj derbas bû. Hêj wekî duh e. Ez hesreta çavê te yê dije hezkirin im. Hin caran dema ez di rêde dimeşim ez xeyal dikim ku tu dê bê. Ez hembêzkirina te xeyal dikim. 18 sal derbas bûn. Tenê di 25’ê çile de dikarim bêjim bavê min. Tu roja ku ez li te nefikirim tune ye. Tu her dem bi me re yî. Tu, tu car ji me neqetiyayî. Hin caran tu tê yî xewna min. Ez naxwazim hişyar bibim. Çi bû ji te. Canê te pir êşandin? Bi destê xwe yên qirêj destên xwe dan te? Ez nikarim hezkirina xwe ya li hemberî te tarîf bikim. Lê hêviya min ya ‘Rojekê tu dê beyî’ xelas dibe. Ji ber ku tu rojekê derketî û careke din nehatî. Min zanîbûya min destûr nedida tu derkevî.’ Dema em bêriya te dikin cihê em berê xwe bidinê tune ye. Gorek te ya em hembêz bikin jî tune ye.”

Piştî xwendina nameyê komê bi çepikan dawî li bernameya bîranînê anî. ŞIRNEX