Guven: Heta ku hevdîtin pêk tên çalakî dê bidome

Wêne û dîmenên destpêkê yên hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatin parvekirin. Guven bi rêya hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan peyamek parve kir û got ku heta daxwazên wê pêk tên dê çalakiya xwe bidomîne

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 5’emîn danişîna doza xwe de ku li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin, hate tehliyekirin. Piştî biryara tehliyeyê, Guven bi ambulansê ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê derbasî malê hate kirin. Wêneyên destpêkê yên Guven bi raya giştî re hatin parvekirin.

Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 8’ê mijdara sala 2018’an heta niha di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, da zanîn ku heta ku çalakiya wê digihije armanca xwe dê bidomîne.

Der barê mijarê de hevseroka giştî ya HDP’ê ya Pervîn Buldan ku li mala Guven hevdîtin kir, axivî. Buldan diyar kir ku Guven ji bo piştgiriya raya giştî keyfxweşiya xwe aniye ziman û ev tişt destnîşan kir: “Leyla Guven dibêje ku heta daxwazên wê tên guhdarkirin û hevdîtin bi Ocalan re tên kirin, dê çalakiya xwe berdewam bike.”

Çalakiya Leyla Guven niha li mala wê ya li taxa Bagcilar a Rezan a Amedê berdewam dike. AMED

Dikarî Biecibînî