Baroya Amedê kujerên Tahir Elçî pirsîn

Di hefteya 160’emîn de jî Baroya Amedê ji bo dîtina kujerên Tahir Elçî û darizandina wan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Parêzeran her wiha da zanîn ku 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê 41 parêzeran de doz vekiriye

Baroya Amedê ji bo ku balê bikişînin ser kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî û xwestina edaletê, di hefteya 160’an de li ber Edliyeya Amedê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de pankarta ‘Em te ji bîr nakin’ û wêneyê Tahîr Elçî hatin vekirin. Di çalakiyê de endamê Rêveberiya Baroya Amedê prz. Tevfîk Karahan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Tevfîk Karahan diyar kir ku Tahîr Elçî li pêş dehan kamerayan hate kuştin û wiha domand: “Lê hêj kujerên Elçî nehatine dîtin. Weke hevalên Elçî, heta ku kujerên wî tên dîtîn û darîzandîn em ê têkoşîna xwe bîdomînîn. Tevî ku bî ser cînayetê hezar û 153 roj derbas bûn jî, kujer hîn nehatîne dîtîn û darizandin. Heta ku kesekî bi guman jî nehatiye dîtin.”

Parêzerên tên darizandin

Piştre jî Karahan bal kişand ser 24’ê Çileyê  Roja Parêzerên Di Talûkeyê de û wiha domand: “Li gorî rapora Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di 2017’an de nêzî 570 parêzer hatin girtin. Hezar û 480 parêzer hatin cezakirin. Ji van 79 jê demekî dirêj girtî man. Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem birêz Selçuk Kozagaçli, endamê baroya me birêz Selahattîn Demîrtaş û Behîç Aşçi hêj girtî ne. Seroke Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar û serokê baroyê yê niha Cîhan Aydin jî di navde, 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz li 41 parêzeran vekiriye.”

Berdana Leyla Guven

Karahan berdana hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê jî weke pêşketineke erênî nirxand. Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Giştî Ozturk Turkdogan jî got ku ger ku li vî welatî bêcezakirin hebe, wê demê de dê edalet jî nebe. Turkdogan xwest ku kujerên Tahir Elçî bên dîtin û darizandin.

Çalakî piştî daxuyaniyê bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû. AMED

Dikarî Biecibînî