Dadgehê ceza li Rojnameger Îdris Sayilgan birî

Danişîna doza rojnameger û nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Îdrîs Sayilgan li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hat dîtin. Heyeta dadgehê, li Sayilgan ku ji 24’ê cotmeha 2016’an de girtî ye 8 sal û 3 meh ceza birî

6’emîn danişîna doza biryarê ya nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtîn rojnameger Îdrîs Sayilgan  li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hat dîtin.  Dozger der barê Sayilgan de ji ber xebatên rojnamegeriyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” xwest bê cezakirin û mutala xwend. Di danişînê de rojnameger Sayilgan û parêzerê wî Bariş Oflas, berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, Endamê Komeleya Xebatkaren Hiqûq û Medya (MLSA) Prz. Zelal Pelîn Dogan, malbat û hevalên Sayilgan li salonê amade bûn.

Sayilgan, li salona dadgehê parastin kir û wiha got: “Beriya parastina min dema ez ji Girtîgeha Trabzonê anîm Girtîgeha Patnos û Muşê, di ketina girtîgehê de ez rastî lêgerîna tazî hatim û îşkence li min kirin. Ez niha li vir bi rêya dadgehê serlêdana sûc dikim. Îdianameya min bi şiklê kopî bike û bizeliqîne amadekirine. Min di 2015’an de dest bi rojnamegeriyê kir. Piştî ez 10 mehan li Mûşê xebitîm derbasî Wanê û ji wir jî derbasî Agiriyê bûm. Bi awayekî bê hiqûq telefona min hat guhdar kirin. Çavkaniyên min ên nûçeyan hatin deşîfrekirin. Hiqûqa çavkaniyên nûçeyan veşartî bên hiştin hatin îhlalkirin. Sûcdariyên di îdîanameyê de rastiya wan tune ye. Xebata ku min di çarçoveya rojnamegeriyê de kirye wekî sûc tînin pêşiya min. Ez van sûcan qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim.”

Piştre parêzeran jî parastin kir û têkildarî lêgerîna tazî û îşkenceyê giliyê sûc kirin. Parêzeran jî diyar kir ku tu delîlên şênber û bi kok tune ne û xwest Sayilgan beraet bikin.

Ceza li Sayilgan birîn

Piştî parastinê heyeta dadgehê navber da û piştî navberê der barê Sayilgan de bi heman îdiayê 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.

Rojnameger Îdris Sayilgan ji 24’ê cotmeha 2016’an ve girtî ye. MÛŞ