Serlêdana hevdîtinê ya malbatan a Îmraliyê hat redkirin

 

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana hevdîtinê ya malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din red kir

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana ji bo hevdîtina ya xwişk û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ên bi rêya parêzeran serlêdan kiribûn red kir.

Daxwaza hevdîtinê ya malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konak û Veysel Aktaş ji aliyê heman dozgeriyê ve hat redkirin. STENBOL