‘Heta Ocalan azad nebe dê berxwedan bidome’

 

Hevserokê HDP’ê Sazî Temellî li Wanê di civîna nasandina namzetên HDP’ê de axivî. Temellî Leyla Guven silav kir û wiha got: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tehliye nebe wê berxwedan bidome.”

Li Wanê HDP’ê bi civînekê namzetên xwe da nasandin. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di ketina navçeya Westanê de ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazî kirin. Hevserokên HDP’ê yên bajêr Yadîşen Karabulak, Umît Dede, Hevesorkên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, namzetên hevşaredariya Colemêrgê, namzetên hevşaredariya bajarê mezin ê Wanê û navçeyên wê, partiyên kurd ên bi wan re îtifaq hatî kirin û gel beşdarî civînê bûn.

Destpêkê Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mafên Mirovan Mehmet Kamaç axivî û wiha got: “Îro tifaqa gelê kurd a derketî holê dijminên gelê kurd bi fikar kirine. Dîroka kurdan bi êşan tijî ye, gelê kurd li Zîlan, Dêrsim, Enfal û komkuijyên 33 guleyan hatin qetilkirin û heta roja îro hatine. Li Roboskê li Cîzîrê gelê me hat qetilkirin û bedenên zarokên me li pey panzêran hatin kaşkirin. Encama hilbijartinê çi dibe bila bibe nasnameya kurd qezenc kiriye.”

‘Heta ku Ocalan azad nebe em hemû ne azad in’

Piştre Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî û got ku desthilatdarên li dijî rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî berxwedana rêheval Leyla matmayî mane û nizanin çi bikin û wiha got: “Xwestin bi hevdîtina Îmraliyê re berxwedanê bişikînin û îro jî tehliye kirin. Dibe ku di aliyê fizîkî de ji girtîgehê derketibe, hate azad kirin. Lê heta ku rêberê vî gelî azad nebe tu kes ji me azad nabe.”

Dema biserdeçûna hikûmetê ye

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi silavkirina Leyla Guven dest bi axaftinê kir. Temellî ev tişt anî ziman: “Li her derê bêedaletî heye. Duh ev careke din li Konseya Parlamenter ya YE’yê careke din hat piştrastkirin. Hişyarî daye hikûmetê. Dem hatiye ku em bi ser hikûmeta ku hewl dide siyaseta demokratîk tesfiye bikin de biçin.”

Temellî bal kişand greva birçîbûnê ya Leyla Guven û daxwaz hate kirin ku bi lezgîn dawî li tecrîdê were. Hevserok Temellî wiha got: “Hûn neçar in li gorî demokrasî û vebijêrka komara demokratîk tevbigerin. Divê hûn li gorî hişmendiya neteweya demokratîk tevbigerin. Hûn neçar in cih li gel vebijêrka ku her kesê bîne gel hev a li ser bingeha wekheviya welatiyan. Ev pêwîstiyek e, ev ramaneke hûn neçar in xwedî li vê derbikevin.”

Temellî bal kişand ser hilbijartinên xwecihî û diyar kir ku divê 24 saetan bixebitin. Temellî destnîşan kir ku divê 31’ê adarê divê wan li gel qeyûmên wan bavêjin sergoya dîrokê. Temellî got: “Divê şopên wan jî li kolanan nemînin. Piştî wê em ê xwe û bajarên xwe bi rê ve bibin. Em ê bi hev re demokrasiya xwecihî ava bikin.” WAN