‘Erdogan ji bo dagirkeriyek nû di nava tevgerê de ye’

 Koordînatora Partiya Çep û Berdevkê Partiya Neteweyî, (France Insoumise) Danielle Simonnet diyar kir ku ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe ew li Firansayê di nav têkiliyan de ne û wiha got: “Erdogan ji bo dagirkeriyek nû di nav tevgerê de ye.”

Koordînatora Partiya Çep û Berdevka Partiya Neteweyî, France Insoumise (Fransaya Serî Natewîne) Danielle Simonnet derbarê mijarên di rojevê de ne ji ANF’ê re axivî.

Simonnet anî ziman ku mirov nikare bibêje li Tirkiyeyê demokrasî heye û ev tişt anî ziman: “Ne cara destpêkê ye ku ez têm Tirkiyeyê. Di hilbijartinên borî de weke çavdêr ez hatim Tirkiyeyê û ji nêz ve me lêkolîn kirin. Birêz Selahattîn Demîrtaş jî namzetê serokomariyê bû û li gel vê yekê jî nehat berdan û xebatên xwe yên hilbijartinê di girtîgehê de bi rê ve bir. Di rewşek wiha de mirov nikare qala demokrasiyê bike. Li gel birêz Leyla Guven parlamenter bû, zêdetirî salek e di girtîgehê de dihat girtin. Leyla Guven duh hate berdan lê belê hina jî daxwazên wê nehatine bicihanîn û çalakiya xwe didomîne. Birêz Leyla Guven ji bo ku were berdan ji bo xwe ti tiştek nedixwest û armanca sereke şikandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bû. Lê mixabin tecrîda li ser birêz Ocalan hîna jî didome û ji bo vê yekê jî mirov nikare qala demokrasiyê bike û ev jî rûreşî ye.”

‘Li gel Macron me hevdîtin pêk anî’

Simonnet da xuyakirin ku li Fransayê ew wekî Partiya Çep piştevaniya rêxistina kurd dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan û qedexeya li ser PKK’ê li Fransayê li gel partiyên din em di nav têkiliyan de ne û herî dawî em li gel Emmanuel Macron rûniştin. Me ji Macron xwest ku ji bo tecrîd bi dawî bibe zextan li hikûmeta Tirkiyeyê bike û li gel Erdogan di nav têkiliyê de bin. Her wiha partiya me ji bo ku PKK ji lîsteya terorê derkeve pêşniyar bir Meclisa Ewropayê. Li her qadan û cihên ez têm vexwendin wêneyê Leyla Guven li gel xwe digerînim û balê dikêşim ser çalakiya wê. Ji roja ewil heta niha çalakiya Leyla Guven me kiriye rojeva televziyonên Firansa û bi vê yekê min xwest ez bêdengiya çapemeniya Fransa bişikînim. Nûnerên HDP’ê yên Fransayê û rêxistinên kurd herdem têkildarî geşedanan partiya wan agadar dikin. Herî dawî partiya me serdana çalakvanên li Strasburgê jî kir. Ez berxwedan û têkoşîna kurdan bi ruhekî germ silav dikim.”

‘Dagirkerî nayê qebûlkirin’

Danielle Simonnet bal kişand ser dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava jî û ev tişt got: “Erdogan amadekiriyên dagirkeriyek nû dike. Li Sûriyeyê herêma tenê domokratîk û azad Rojava ye. Her wiha hêza tekane li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike jî hêzên kurd in. Tenê hêviya aştî û demokrasiya herêmê jî hêzên kurd in. Em li dijî hemû dagirkeriyan in û ev dagirkerî nayê qebûlkirin. Ji bo vê yekê jî heta dawiyê ez pişgiriya kurdan û PYD’ê dikim.”

Simonnet di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku her çiqas Erdogan bibêje ew li dijî DAIŞ’ê ne, ew dibînin ku li dijî kurdan têkiliyek xurt ya Erdogan bi DAIŞ’ê re heye û wiha got: “Bi tu awayî em ji daxuyaniyên Erdogan bawer nakin. Em ne li dijî îslamê ne, em li dijî kesên ku îslamê ji bo xwe weke amûr bi kar tînin in.” AMED