Rewşa tenduristiya Yagiz xirab dibe

Navenda Nûçeyan

Her diçe rewaş tenduristiyê ya endamê Nûnertiya HDP’ê Nasir Yagiz ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 67 roj in di grevê de ye xirabtir dibe

Berxwedana Nasir Yagiz ê ev 67 roj in li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva bêdem û bêdorveger de ye, xirab dibe.

Çalakiya greva bêdem û bidorveger a li Hewlêrê bi koma 34’an dom dike û greva Yagiz jî di roja 67’an de bi biryardarî dewam dike. Çalakî bi tevlêbûna gelek welatiyên ji herêmên cuda yên çar parçeyên Kurdistanê hate dewirgirtin.

Li ser rewşa dawî û tenduristiya Nasir Yagiz Nûnera HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzzeyen Guneş agahî da ANF’ê. Guneş diyar kir ku rewşa Yagiz ber bi xeteriyê ve diçe û wiha got: “Pirsgirêka xewê, mîde, ketin û hilbûna tansiyonê dîsa berê li serê îltihab hebû, her diçe ew îltihab zêde dibe. Ev jî rê li ber werimîna serê wî kiriye. Her wiha di girtina vexwarinê de pir zoriyan dikişîne, êdî dilê wî ranagire û nikare vexwe. Her roja diçe ev pirsgirêk mezintir dibin û êdî nikare avê jî vexwe.”Guneş anî ziman ji ber bêhêziyê di vexwarina vexwartekan de pir zehmetiyan dikişîne, heta ku lê neyê zorîkirin nikare avê jî bigire. Guneş bi vê yekê hişyariyên dema bê yên pêkhatina bûyerên metirsîdar da.

Serdanên piştgiriyê

Nûnera HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzzeyen Guneş diyar kir ku serdanê ji bo çalakiyê jî didomin û ev tişt anî ziman: “Di nav van du rojan de Meclisa HDP’ê ya Bakurê Kurdistan a Silêmanî, Tevgera Azadî û Ciwanên Zanîngeha Kerkûk ên YNK û Tevgera Goran serdan kirin. Her wiha ciwanên Kerkûkê anîn ziman ku ji bo piştgirîkirinê dê çalakiyek li darbixistana lê ji ber nedana destûrê nekarîn. Lê diyarkirin ku dê pêşerojê bi çalakiyên cuda piştgiriya xwe hê xurtir bidin diyarkirin. Her wiha welatiyên bakurê Kurdistanê tim serdan dikin her wiha du kom ji bajarê Hewlêrê jî hatin serdan kirin. Ev hêz û moralek zêdetir dan Yagiz.”

Çalakiyên li Mexmûr

Çalakiya greva bêdem û bidorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî bi koma 14’an di roja 42’an de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclisa Îştarê ya Mexmûrê Fadîla Tok a di roja 37’an de destpêkir jî di roja 6’an de ye.

Li Şengalê jî çalakî didome

Greva birçîbûnê ya li Şengalê jî di roja 21’î de endamên Şaredariya Gel a Şengalê ji endamên Çand û Hunerê ya Şengalê û Hunermendên Êzidxanê dewir girtin. Her wiha piştgiriyên ji bo çalakiya greva birçîbunê jî berdewam dikin. Her roj bi dehan welatî û rêxistin serdana çalakvanan dikin û piştgiriya xwe tînin ziman. Endamên Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) jî serdana çalakgeran kirin û berxwedana wan silav kirin.