Polîsan ciwananê HDP’ê binçav kir

Polîsan şevê din endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mimkara, li Amedê binçav kir

Polîsan şevê din endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çeko Mîmkara, binçav kir. Polîsan, li nêzî Otogara Otobusan a Nava Bajaran a Amedê (DÎŞTÎ) minîbusa nav bajar rawestand û kontrola nasnameyan kir. Polîsan di kontrola nasnameyan de Mîmkara ji minîbusê daxist û binçav kir. Nehat zanîn ku Mîmkara çima hatiye binçavkirin. Mîmkara birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. AMED