Eyşe Hiso: Planên Tikiyeyê li Kobanê têk çûn, dê li Efrînê jî têk biçin

Hevseroka PYD ‘ê Eyşe Hiso di yekemîn kongreya partiyê ya Qamişloyê de axivî û wiha got: “Berxwedana Kobanê planên dewleta tirk pûç kirin. Çawa ku li Kobanê planên dewleta tirk têk çûn, dê li Efrînê jî têk biçe.”

Partiya Yekitiya Demokratîk a Rojava (PYD) a bajarê Qamişlo 1’emîn kongreya xwe bi dirûmşa ‘Bi vîn û rêxistinê, Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyek ne navendî û demokratîk ava bikin’ li salona Zana ya Qamişloyê dest pê kir. Îro kongre li taxa Rojava yê bajarê Qamişloyê li ser armanca hilbijartina rêveberan a PYD ya navçeyan tê lidarxistin.

Di kongreyê de pankartên ‘Bi ruhê berxwedaniyê, beramberî dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin’ , ‘Em ê bi berxwedanê şoreşê û destkeftiyan biparêzin’, alên PYD, TEV-DEM û wêneyên şehîdên PYD’ê hatibûn daliqandin. Heveroka PYD’ê Eyşe Hiso, berpirsyarên partiyên siyasî, êlên eşîran, oldar û 450 delegeyên ji pêkhateyên  kurd, ereb û suryan tev li kongreyê bûn.

Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso xêratina hemû  kesên hazir kir û di axaftina xwe de wiha got: “Partiya me li ser xwîna şehîdan hatiye ava kirin. Her wiha partiya me hemû pêkhateyan diparêze û himbez dike. Projeya Neteweya Demoqratîk li ser bingeha jiyana hevbeş li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn. Li dijî vê projeya demokratîk, gelek dewlet dijminatiya me dikin. Yekperestiya dewletan û netewperestiyan wan projeya me hedef digirin. Ev projeya me li dijî hemû pergalên netewperest disekine.”

Eyşe Hiso di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dijminatiya dewletan ya li hemberî Neteweya Demoqratîk di Efrînê de diyar bû û wiha got: “Heya niha jî komkujî pêk tên. Jenosayda li ser Efrînê ya ku dewleta tirk a dagirker pêk tîne hemû dewletên navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe bêdeng dimînin.  Dewleta tirk a dagirker li Efrînê hemû pêkhate armanc girt. Pêkhateyên ku di şerên DAIŞ’ê de filitîn û li Efrînê  cihek bi ewle dîtin, vê carê jî dewleta tirk a dagirker komkujî li ser wan pêk anîn.”

‘Planên Tikiye li Kobanê û Efrînê de têk çûn’

Eyşe Hiso salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê pîroz kir û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirk a dagirker di şerê Kobanê de her digot Kobanê wê bikeve. Lê berxwedana gel û şervanên azadiyê Kobanê rizgar kirin û gotinên wan pûç kirin. Çawa ku li Kobanê planên dewleta tirk têk çûn, dê li Efrînê jî têk biçe. Bi şerê Efrînê aboriya dewleta tirk hat hilweşandin û berxwedanan şêniyên Efrînê niha jî li Şehpayê dewam dike û bi berxwedana xwe planên dewleta tirk vala derxistin.”

‘Armanca dewleta tirk pêkanîna jenosaydê ye’

Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de  bal dişand ser şerê li herêmê û ev tişt anî ziman: “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hîn xurttir dibe. Dewletên dagirker dixwazin li Rojhilata Navîn xwe misoger bikin û naxwazin tu aramî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk were. Dewlet hemû baş dizanin ku projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were dê çareseriyê pêk bîne. Armanca dewleta tirk ji herêmek ewle, pêkanîna jenosaydê li ser gelê kurd e. Em jî ji dagirkeran re dibejin ku em ê bi vîna gel û hêza destkeftî û şoreşa xwe biparezin.” QAMIŞLO