Welatiyên ku balafirên tirk ew kuştin sipartin axê

Navenda Nûçeyan

 Ziyad Hecî Zêro û Bextiyar Hesen ku ji hêla balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin, îro hatin veşartin. Lê hikûmeta herêmî hêj li ser vê komkujiyê tiştek negotiye

Dewleta tirk bi salan e bi êrîşên hewayî li bakur û başûrê Kurdisatnê sivîlan qetil dike. Herî dawî jî Ziyad Hecî Zêro û Bextiyar Hesen ku di êrîşa hewayî ya dewleta tirk de a li ser bajarokê Hetûkê ya Amediyê, hatibûn qetilkirin, îro hatin veşartin. Dema veşartina cenazeyan xizmên kesên ku hatin qetilkirin û gundî amade bûn.

Li gel van komkujiyên dewleta tirk hikûmeta herêma Kurdisanê ku di rêveberiya PDK’ê de ye hêj tu daxuyaniyeke şermezarkirinê nedaye. Lê belê ji komkujiyên dewleta tirk ên din jî tên zanîn ku dê niha jî tiştekî nebêje. Ev jî dide xuyakirin ku ev komkujî ji ber bêdengî û erêkirina Rêveberiya Herêma Kurdistanê pêk tên.