Kurd: Şertên niha ji yên 20 sal berê cuda ne

Bişar Durgut/Amed

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku sedema îmzekirina Peymana Edeneyê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû. Kurd got ku şert û mercên niha û yên 20 sal berê newekhev in û ne pêkan e ev peyman bikeve meriyetê. Kurd anî ziman ger rejîm bikeve nav hewldaneke wiha, dê hêza xwe ya heyî jî winda bike

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd têkildarî hevdîtina di navbera serokê dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokkomarê dewleta tirk Recep Tayyîp Erdogan, ji e-rojnameyê re nirxand. Kurd da zanîn ku şert û mercên ku Peymana Edeneyê hatiye îmzekirin û yên niha ji hev cuda ne û ne pêkan ku bikeve meriyetê.

Bedran Çiya Kurd diyar kir heke rejîma Sûriyeyê di demeke ku di navbera wan û rêveberiya xweser de hevdîtin pêk tên, bi dewleta tirk re li hev bike dê ev yek ji bo wan pir xerab bibe. Kurd da zanîn ku rêya rê li ber girtina polîtîkayên dagirkeriyê ew e ku projeya reveberiya xweser di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de bê bicihkirin.

* Piştî hevdîtina di navbera Putîn û Erdogan de, Peymana Edeneyê ku di sala 1998’an de di navbera Turkiye û Sûriyeyê de hatibû îmzekirin kete rojevê. Di demeke ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rejîma Sûriyeyê de hevdîtin pêk tên, ketina rojevê ya vê peymanê hûn çawa dinirxînin?

Di demeke ku Amerîkayê biryara vekişandinê ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê da, dema ku rewşa Idlibê ketibû qonaxeke pir nû ku Cebhet El Nusrayê ji sedî 70 herêma Idlibê xist bin kontrola xwe, di wexteke ku hevdîtinên Tirkiye û Amerîkayê pir pêşketin û rayedarên DYA’yê nêrînên cuda dianîn ziman û di demeke ku herêma bi ewle dihat nîqaşkirin, civîn pêk hat. Ji ber wê jî girîng bû. Bi gelemperî ev mijar hatin nîqaşkirin û xwestin bigihijin nêrînên hevbeş û tifaqekê. Diyar bû ku di hevdîtinên Amerîka û Tirkiyeyê de pir gav dihatin avêtin û DYA’yê dixwest  Tirkiyeyê bi temamî bixe hembêza NATO’yê û bi vê rêyê li dijî Rûsya û Îranê, li Sûriye û herêmê bi bandor bin. Rûsya bi guman bû ji ber ku ger Tirkiye bi temamî bikeve bin bandora DYA’yê, ev ji bo Rûsyayê dibe windahiyeke mezin. Lewre jî Rûsya dixwaze Tirkiyeyê li cem xwe bigire.

Mijara herêma ku Tirkiyeyê di dema Obama de pêşniyar kiribû, nehatibû qebûlkirin. Lê li ser pêşniyara DYA’yê, Tirkiye qebûl dike û bi hêvî ye ku bi vê re li seranserî sînorê bakur û rojhilatê Sûriyeyê serweriya xwe ragihîne û projeya demokratîk a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Vê lihevkirinê, Rûsya tirsand lewre jî xwest bi pêşniyareke cuda Tirkiyeyê li cem xwe bigire. Tiştê ku pêşkeş kirî jî Peymana Edeneyê bû.

Yek sedema vê peymanê ew e ku Rûsya naxwaze herêmeke bi ewle ya di bin bandora hêzên koalîsyona navdewletî û Tirkiyeyê de ku weke hêzên NATO’yê ne, bê avakirin. Ya din, bi hevpeymanê re xwest di mijara Idlibê de dewleta tirk paşde gav biavêje û dev ji wan hêzên xwe yên li wir berde. Da ku bikaribe li gel hevalbendên xwe operasyonê pêk bîne. Ya din jî Rûsya ji Tirkiyeyê re dibêje; ‘ji bo parastina xwe ya neteweyî tu dikarî li derveyî sînorê xwe li dijî terorê şer bikî.’ Bi vê re jî dagirkeriya dewleta tirk rewa dike û destûrê dide. Destûrê dide Erdogan ku li dijî herêma rêveberiya xweser hinek operasyonên lokal bike. Ji ber ku di xaleke Peymana Edeneyê de tê gotin ku Tirkiye dikare bi kûrahiya 5 km’yan di nav axa Sûriyeyê de li dijî ‘hêzên terorîst’ ku ew pênase dikin, operasyonê bike. Jixwe piştî vê civînê Erdogan got ku ‘me garantî girtiye ku li derveyî sînor li dijî hêzên terorîst operasyonan bikin.’

Sedemeke din a anîna rojevê ya vê peymanê jî, hemû projeyên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê rastî astengiyan hatin. Di temamiya siyaseta Sûriyeyê de ya herî zêde zirar dike û paşde gav diavêje jî dewleta tirk e. Di mijara Sûriyeyê de Erdogan têk çû û Putîn jî xwest Erdogan serkeftî nîşan bide da ku bikare li cem xwe bigire. Çawa ku Putîn bi pêşkeşkirina Efrînê re hişt ku Erdogan di hilbijartinên parlamenteriyê de bi ser keve, niha jî bi pêşkeşkirina Peymana Edeneyê re dixwaze ku di vê hilbijartinê de bi ser keve.

*Dewleta tirk bi destpêkirina şerê navxweyî ya Sûriyeyê, rejîma Sûriyeyê weke ‘rejîma terorîst’ pênase kir û digot; ‘Em ê li Şamê nimêjê bikin’. Lê niha jî kete pozîsyoneke ku hewl dide rejîma Sûriyeyê bi fermî nas bike. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Yek ji sedemên bingehîn ên vê peymanê jî ew e ku Rûsya her tim dixwaze rewabûna rejîma Sûriyeyê li Şamê vegerîne. Ji ber ku dostekî wan ê stratejîk e, dixwaze heta dawiyê biparêze. Niha her tim hewl dide ku bi welatên ereban re têkiliyan xweş bike. Di vê çarçoveyê de gelek welatên ereb amadekariya vekirina konsolosxaneyên xwe dikin û amadekarî tên kirin ku Şam careke din vegere nav yekitiya ereban. Her wiha dixwazin bi van hevdîtinan re têkiliyên Şam û Tirkiyeyê fermî bike û çêbike. Bi vê yekê re jî ku Tirkiye Şamê nas bike, hebûna Beşar Esad qebûl bike û li ser desthilatdariyê bimîne. Ger ku Tirkiye rejîm û Esad qebûl bike, vê carê di muxalefeta Sûriyeyê de jî rewşeke cuda derdikeve. Wê demê tu wateya daxwaza guhertina rejîma Sûriyeyê, guhertina destûra bingehîn û hewldana dûrxistina Esad a ji desthilatdariyê ku Tirkiye û muxalefeta Sûriyeyê bi salan e ji bo wê têdikoşiyan, namîne. Ev yek dê ji bo rejîm û Rûsyayê û pêvajoya siyasî bibe qonaxeke nû. Dê aktorên nû bikevin nav pêvajoya siyasî. Bi vê yekê re dixwazin pêvajoya Cenevreyê ku DYA, koalîsyon, NY û welatên Ewropayê dixwazin pêk bînin, vala derxînin.

Di esasê xwe de Rûsya hem dixwaze hemleyeke leşkerî û hem jî siyasî pêş bixîne. Niha jî Astana xist rojevê û dê di meha pêş de bê lidarxistin. Bi vî awayî dixwaze ku şeklekî siyasî bide Astanayê. Astanayê erkên xwe yên leşkerî temam kirin. Niha jî dixwazin Astanayê veguherînin platformeke siyasî. Ev jî li dijî Cenevreyê,  pêngaveke dijber e.

Ger ku ev pêvajo bi ser keve, dê Tirkiye bibe hevalbendê rejîmê. Ev jî tê wateya tasfiyekirina muxalefetê. Tirkiye ku ji bo berjewendiyên xwe bi Astanayê di hêla leşkerî de muxalefet tasfiye kir, dê bixwaze di hêla siyasî de jî muxalefetê tasfiye bike. Tirkiye ji bo ku hebûneke demokratîk û kurdan li herêmê çênebe, amade ye ku dev ji her kesî berde û her tiştî bike. Bi vê re xuya dibe ku polîtîkaya dewleta tirk hevgirtî nîne û bêrêgez e. Lê di siyaseta xwe ya şovenîst û olperest de têk çû. Ya ku rê li ber vê têkçûnê vekirî jî têkoşîna gelê me ye. Vê têkoşînê sîstema faşîst a AKP-MHP’ê gihand qonaxa dawî. Yan dê xwe veguherînin an jî dê êdî nekarin bi vî awayî berdewam bikin.

* Gelo di şert û mercên heyî de pêkan e Peymana Edeneyê bikeve meriyetê?

Weke ku tê zanîn tifaqa Edeneyê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hate avakirin. Komployeke navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd hebû. Di pêvajoyeke wiha de ev tifaq çêbû. Bêguman armanc, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurdistanê bû. Lê şert û mercên niha û wê demê ji hev cuda ne. Em dikarin bibêjin ku ne pêkan e ji bo ew lihevkirina bêriya 20 salan, niha heman tişt bê gotin. Ji ber ku aktor û rewşa cuda ne. Mînak; dibêjin ku divê birêz Ocalan nekeve Sûriyeyê, divê kampên PKK’ê nebin, divê destûr ji kar û xebatên PKK’ê re neyê dayîn û hwd. Lê ev rewş hemû niha nînin. Herkes dizane ku YPG, YPJ, HSD, rêveberiya xweser, PYD û hwd. ev sîwanên cuda ne û girêdayî PKK’ê nînin. Tirkiye dixwaze wisa lanse bike. Êdî di raya giştî de jî rewabûnekw wan çêbûye û YPG, HSD hevkarên stratejîk ên koalîsyonê ne. Tirkiye bi vê hincetê nikare tu kesî bixapîne û peymana heyî pratîze bike.

Rewşa heyî rê li ber sepandina vê peymanê digire. Ya yekemîn, rejîma Sûriyeyê li her devereke Sûriyeyê û li ser hemû civakên Sûriyeyê serwer nîne û nikare bibe aliyekî peymanê. Ya din jî rêveberiya xweser bi rejîmê re di nav pêvajoya diyalogê de ye. Ger rejîm bi Tirkiyeyê re bikeve nav hevkariyeke wiha, ev rasterast derbkirina pêvajoya diyalogê ye. Ev jî dê ne di berjewendiyên Şam û Rûsyayê de be. Dê bihêle ku gelê me û rêveberiya xweser li rêyên din ên çareseriyê bigere. Ger ku Şam bi hevkariya Rûsyayê li dijî vê projeyê bibe hevkarê Tirkiyeyê, dê ew pêvajo têk biçe û pevçûn û nakokiyên heyî dê careke din vegerin. Di heman demê de ew hêza ku rejîmê di nav salên dawî de qezenckirî dê wê jî winda bike. Dê rewşa wê êdî xerabtir bibe.

Di hinek xalên peymanê de tê gotin ku Sûriye PKK’ê weke rêxistineke terorîst qebûl dike. Bi vê re li ser helwesteke hevpar li hev dikin. Ger bi vî awayî Sûriye qebûl bike YPG û HSD berdewamiya PKK’ê ye, weke terorîst qebûl bike, heger helwesteke wisa qebûl bike, li gorî me dê ev ji bo Şamê pêvajoyeke pir xerab bi xwe re bîne.

Gelek kesên ji rejîma Sûriyeyê dibêjin ku dewleta tirk peyman binpê kiriye û bi sedan, bi hezaran komên terorîst perwerde kirin, bi çek kirin û şandin Sûriyeyê. Li Sûriyeyê şerekî terorî meşandin. Weke ku rejîm ji dewleta tirk hesab dipirse. Ji bo wê jî em dibêjin peymaneke wisa ku 20 sal berê, di demeke gelek tişt hatin guhertin, pirsgirêkên cuda û rewşeke cuda heyî de ne mimkune ku weke ku Erdogan dixwaze û her tişt dimeşe nîne. Dê zehmet be. Dixwazin Erdogan serkeftî nîşan bidin û hemû destkeftiyên me tasfiye bikin. Bêguman Erdogan û partiya xwe vê dixwazin. Li hundirê Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê bertekeke tund heye. Ev deng jî ne hindik e. Ev helwesta gel û ji rejîmê, li hemberî çêkirina peymaneke wiha tev pirsgirêk in. Ev pirsgirêk bi hinek daxuyaniyan, bi hinek tiştên ku danîne ser maseyê, nayê wê wateyê ku hema her tişt gihîşt encamê û kete pratîkê. Divê vê rastiyê herkes wisa bibîne.

* Di îxtîmaleke pêkhatina peymaneke di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, gelo rêveberiya xweser xwedî alternatîfeke çawa ye?

Pergala me ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, alternatîfa hemû siyasetên dagirker, nijadaperest û antîdemokratîk ên li dijî berjewendiyên gelan e. Ev proje, hemû pêkhateyên herêmê hembêz dike, sîstema pêkvejiyanê û jiyaneke hevbeş e. Bi hemû pêkhateyên xwe, têkoşîneke hevpar a demokratîk dide. Divê em di serî de bi hemû şêwazan parastina projeya xwe bikin û misoger bikin. Pêşeroja vê projeyê bi tifaqeke mayînde ya bi Şamê re pêkan e û girîng e ku di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de bi cih bibe. Bi vê re em dikarin plan û projeyên dagirkerî û qirkirinê bi dawî bikin. Ji bo avakirina pêşerojeke adilane û demokratîk, em li hundirê Sûriyeyê jî bi hemû pêkhateyên etnîkî, siyasî ku em bi rastî bikarin nêrîn û fikreke giştî çêbikin, têkoşînê didin. Her wiha bi welatên cînar û navdewletî, bi gelên herêmê re têkoşîneke demokratîk a pir xurt divê bê dayîn ku em bikarin tecrubeya xwe ya demokratîk, laîk û tecrubeyeke ku herkesî di nav xwe de diparêze, nîşan bidin. Bi vê re jî lê xwedî derkevin û li dijî siyaseta dagirkeriyê helwest nîşan bidin û piştevaniyê bidin vê tecrubeyê. Li dijî planên ku li hemberî gel û herêmên me çêdibin, alternatîfên me yên stratejîk ev in.

Dikarî Biecibînî