ÎHD: 800 pitik di girtîgehan de ne

 Şaxên ÎHD’ê yên Edene û Îzmirê di çalakiya vê hefteyê de, bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş  û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê bal kişand ser rewşa Sîsê Bîngol a 85 salî jî. Di çalakiya şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê de jî Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlioglu, diyar kir ku 800 zarokên biçûk girtî ne

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li Parka Înonu ya Edeneyê çalakî pêk anîn. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa Selamî Keleş ê li Girtîgehea Tîpa T ya Duzceyê. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu, Endam û rêveberên Komeleya Malbatên Girtiyan a Çukurova, (TUAYDER) û Dayika Keleş Guzel Keleş amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Selami Keleş bê berdan,” vekirin û bê navber dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” berz kirin. Beriya çalakiyê Endamên Vakfa Xizmet û Perwerdehiya Furkan, bi Gergerlîoglu re hatin cem hev û bal kişandin ser mexdûriyeta xwe. Her çend polisan xwest endamên Vakfê ji qadê dûr bixin jî dîsa tev li çalakiyê bûn û piştgiriya xwe nîşan dan.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Prz. Zelal Demiray diyar kir ku îhlalên li girtîgehan pêş dikevin asta demokratîkbûna Tirkiye nîşan dide û wiha got: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe 80 roj in di greva birçîbûnê de ye. Girtiyên di çalakiyê de bi rêk û pêk di kontrola tenduristiyê re derbas nabin. Vîtamîna B1  nadin girtiyan. Divê daxwaza girtiyan pêk bê û tecrîd bi dawî bibe.”

Demîray bal kişand ser nexweşiya Keleş û wiha berdewam kir: “Keleş li girtîgehê nexweş ket. Divê dermanên wî bidin wî derman bikin. Îlacên ku li Nexweşxaneya Ruh û Sînir a Bakirkoyê didan, li girtîgehê nadin wî. Em wekî parazvanên mafên mirovan diyar dikin ku Selami Keleş nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Divê dermanê wî bi rêk û pêk bidin wî û bi rêk û pêk bê dermankirin.”

800 pitik girtî ne

Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlioglu jî bal kişand ser zarokên girtî û wiha got: “Serlêdanên ku li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê tê kirin ji sedî 80 der barê îhlalên li girtîgehan in. Navêjin ev zarok e, ev kal e, ev pîr e, kî dikeve ber wan digirin. Girtîgeh tije mirov kirine. Niha bi hezaran girtiyên nexweş tevî nexweşiyên giran girtî ne.”  Gergerlioglu, destnîşan kir ku li girtîgehan nêzî 800 pitik tevî dayikên xwe girtî ne.

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî li gel xizmên girtiyan û windayan, bi dirûşmeya “Bila Girtiyên nexweş bên berdan” di hefteya 466’an de li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê daxuyanî da. Di çalakiyê de rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha got: “Leyla Guven bi armanca şikandina tecrîdê 80 roj in di çalakiyê de ye. Divê mafê jiyanê yê Guven li ber çavan bê girtin û daxwazên wê pêk bên.”

Karakaya, bal kişand ser rewşa Sîsê Bîngol û rapora ATK’ê û xwest raporên din jî li ber çavan bên girtin û esas bên girtin. Karakaya, xwest girtiyên nexweş û Sîsê Bîngol serbest bên berdan. EDENE / ÎZMÎR