Xwepêşandêran agir berda tangên artêşa tirk

Welatiyên bajaroka Şeladizê ku li dijî êrîş û bombebarên dewleta tirk, bi ser baregeha artêş tirk de girtin, agir berdan tangên li nav qereqolê

Piştî qetilkirina sivîlên ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk nerazîbûnên welatiyên başûrê kurdistanê zêde bûn. Çavkaniyan ji herêmê ragihandin ku welatiyên bajaroka Şeladizê piştî têlên li dora qeraqola Sîrê rakirin û ketin hewşa qereqolê, agir bi tangên artêşa tirk xistin. Hat ragihandin ku çalakvanan dest daniye ser çend çekên leşkerên tirk jî. Li gorî çavkaniyên ji herêmê xwepêşandan berdewam dike.

Lê belê hêjayî bi bîrxistinê ye ku heta niha Rêveberiya Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê li ser komkujiya sivîlan tu daxuyanî nedaye û ji ber komomkujiya sivîlan dewleta tirk şermezar nekirine. DUHOK