Li baregehê 2 leşkerên tirk hatin girtin ên din reviyan

 

Gelê Şeladizê ku bi ser baregeha artêşa tirk de girt; çadir, tang û kelupelên li baregehê şewitandin. Leşkerên li baregehê jî xwe spartin avahiyan

Piştî qetilkirina sivîlên ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk nerazîbûnên welatiyên başûrê kurdistanê zêde bûn. Hêrsa gelê herêma Behdînan a li dijî dagirkeriya tirk veguheri serhildanê. Welatiyên bajaroka Şeladizê ku îro piştî nîvro berê xwe dan baregeha artêşa tirk a Sîrê, bi keviran ketin hundirê qereqolê. Welatiyan piştre jî çadir, tang û kelupelên li hundurê qeraqolê şewitandin û bi giştî beregeh dan ber agir.

Di vê navberê de leşkerên tirk, reviyan. Gelê ku hêrsa xwe tîne ziman, her wiha 2 leşkerên tirk girtin û piştî lêdanê radestî hêzên pêşmergeyan kirin.

Xwepêşandan berdewam dike. DUHOK