Leşkerên tirk êrîşê gel kirin: Şehîd û birîndar hene

Leşkerên tirk bi guleyan êrîşê gelê Şêledizê kirin. Di encamê de şehîd û birînar hene

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, leşkerên dewleta tirk bi guleyan êrîşê xwepêşandanan kirine û tê gotin ku di gulebarana leşkerên tirk de welatiyek şehîd ketiye û 6 welatî jî birîndar bûne. Serhildana li dijî baregeha artêşa tirk a Sîrê berdewam dike. Welatiyên ku ketin qereqolê, hemû amûrên leşkerî, kon, wesayît û tantên dan ber agir û şewitandin.

Gelê ku hêrsa xwe tîne ziman, her wiha 2 leşkerên tirk girtin û piştî lêdanê radestî hêzên pêşmergeyan kirin. Nerazîbuna gel berdewam dike. Her wiha li gorî hin çavkaniyan dibe ku ev serîhildana gel li dijî baregehên leşkerî yên li herêmîn din ên başûrê Kurdistanê jî dest pê bike. DUHOK