Balafirên tirk li Şêladiz, Dêralok û Zapê bombeyan dibarîne

Navenda Nûçeyan

 

 Balafirên şer ên dewlet a tirk bombeyan li Şeladiz, Deralok û derdora Zapê dibarîne

Dewleta tirk bi salan e bi êrîşên hewayî li bakur û başûrê Kurdisatnê sivîlan qetil dike. Herî dawî jî Ziyad Hecî Zêro û Bextiyar Hesen ku di êrîşa hewayî ya dewleta tirk de a li ser bajarokê Hetûkê ya Amediyê, hatibûn qetilkirin, îro cenazeyên welatiyan hatin definkirijn. Piştî vê komkujiya li ser sivîlan welatiyên Şeladizê bi ser baregeha leşkerî ya dewleta tirk a li Sîrê girtin. Welatiyên ku ketin qereqolê, hemû amûrên leşkerî, kon, wesayît û tantên dan ber agir û şewitandin. Her wiha leşkerên tirk hin ji wan ji ber serhildan gel reviyan lê belê welatiyan 2 leşkerên tirk girtin û ew radestî pêşmereyan kirin.

Her wiha piştî vê serîhildana gel, leşkerên dewleta tirk bi guleyan êrîşî xwepêşandanan kirin û di encamê de 2 welatî şehîd xistin û 6 welatî jî birîndar kirin. Serhildana li dijî baregeha artêşa tirk a Sîrê berdewam dike..

Dewleta tirk a ku tehemulî vê xwepêşandanê nekir bi balafirên şer  dest bi bombebaranê kir û li herêma Şêladiz, Dêrelok û derdora Zapê bomberan kirin. Li gorî agahiyên ev bombebaran balafirên şer ên tirk didome. Lê belê xwepêşandan welatiyan jî berdewam dike.

Tê gotin ku li derdora Şeladizê balafirên artêşa tirk li gel bomberaranê ji bo ku welatiyan bitirsîne, nizm difirin.