Girtiyan banga hestiyariyê kir

Navenda Nûçeyan

 Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ji bo şikandina tecrîdê di grevên bêdem û dorveger de ne. Roj bi roj navên komên nû tên ragihandin. Mervan Songur, Hayrullah Turan, Çetîn Ulu yên li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê di grevê de ne, biryardariya xwe ragihandin û banga hestiyariyê kirin

Ji 5’ê Nîsana 2015’an de tecrîdeke girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Ji bo şikandina vê tecrîdê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Guven di roja 81’an de ye. Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan di 27’ê mijdarê de grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger hat destpêkirin lê belê di 16’ê kanûnê de ev veguherî greva bêdem û bêdorveger. Niha nêzî 300 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtî di çalakiyên grevên bêdem û bêdorveger de ji bo şikandina tecrîdê li ber xwe didin.

Roj bi roj navên komên nû yên di grevê de bi rêya çapemeniyê tên ragihandin. Mervan Songur, Hayrullah Turan, Çetîn Ulu yên ji 5’ê çileyê ve li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne, bi rêya malbatên xwe berxwedan û biryardariya xwe ragihandin. Girtiyên di grevê de aşkara dikin ku heta tecrîda li ser Ocalan neşikê û bi dawî nebe dê bi tu awayî dev ji çalakî û berxwedana xwe bernedin. Girtiyan her wiha bi taybetî gelê kurd bang li saziyên civakî yên demokratîk kirin ku ji bo şikandina tecrîdê bi hestiyar tevbigerin.