Baregehên artêşa tirk ên li başûrê Kurdistanê

Ji sala 1994’an heta niha dewleta tirk bi erêkirina rêveberiya Başûr, bi dehan baregehên leşkerî li Başûr ava kirin. Artêşa tirk li van herêman bi sedan sivîl qetil kirin û herêm li şêniyên wê veguherandin dojehê

Balafirên şer ên artêşa tirk di 23’yê çileya sala 2019’an de herêma Dêralukê bombebaran kir û 4 sivîlên din qetil kirin. Piştî vê bombebarana dawî gelê herêmê ku bi salan e di bin îşkence, êrîşên artêşa tirk de ne û êşê dikişînin, êdî gihîşt asta teqînekê. Gelê Behdînan hem li dijî bêdengiya rayedaran hem jî li dijî dagirkeriyê duh serî hilda û bi ser baregeha artêşa tirk a Sîrê ya girêdayî Şêladizê de girt. Welatiyên ku hêrsa xwe nîşan didan, baregeh şewitand. Lê leşkerên tirk li vir jî êrîş kirin û 2 welatî şehîd kirin, 6 jî birîndar kirin.

Li gel serhildanê, hebûna baregehên artêşa tirk ên li başûrê Kurdistanê careke din ketin rojevê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da lê gelê herêmê sûcdar kir. Li aliyê din gelek partiyên siyasî û rêxistinan daxuyanî dan û xwestin ku baregeh bên girtin. Her wiha Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniya şermezarkirinê da û diyar kir ku wan sefîrê Tirkiyeyê yên Bexdayê vexwendiye wezaretê.

Baregehên MÎT’ê û leşkeran

Dewleta tirk ji sala 1983’yan ve bi rengên cur bi cur êrîşî xaka başûrê Kurdistanê dike lê ji sala 1994’an ve jî bi erêkirina rêveberiya herêmê, li 20 cihên cuda yên Başûr baregehên leşkerî û navendên MÎT’ê ava kirin. Li gorî agahiyên ku çapemeniya tirk dispêre rayedarên dewlet, li Başûr 18 nuqteyên leşkerî, baregehên artêşa tirk û navendên MÎT’ê hene.

Hikûmeta Başûr dagirkeriyê erê dike

Li gorî hevpeymanên navneteweyî heta ku rêveberiya dewletê qebûl neke, dewletek din nikare hêzên xwe derbasî nava sînorên wan bike. Baregehên leşkerî yên dewleta tirk jî bi erêkirina rêveberiya Başûr hatin vekirin. Dema ku baregeha leşkerî ya tirk a li Başîqa ket rojevê, hikûmeta Başûr diyar kiribû ku leşkerên tirk bi agahdariya wan li wir bi cih bûne.

Li bajaroka Barzaniyan navenda leşkerî

Çavkaniyên Tirkiyeyê dibêjin ku noqteya yekemîn a leşkerên tirk di sala 1994’an de li bajaroka Selahedîn ku 25 km’yan nêzî Hewlêrê ye, hatiye vekirin. Li vir yekîneyek tîmên taybet a artêşa tirk hene. Balkêş e ku li bajarokê Baregeha Mesûd Barzanî ye. Piştre jî artêşa tirk di sala 1997’an de li Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê û Kanîmasî yekîneyên xwe bi cih kirin.

Navên nuqteyên artêşa tirk

Di nav 23 salan de baregehên ku artêşa tirk li Başûr ava kirine wiha ne: “Baregeha leşkerî ya Batufayê, Baregeha leşkerî ya Kanîmasî (Girêbaruxê), Baregeha leşkerî, lojîstîkî û balefirxaneya li Bamernê, Baregeha leşkerî ya Sinkê, Baregeha leşkerî ya Bêgova (girê Biyê), Baregeha leşkerî ya li geliyê Zaxo, Baregeha leşkerî ya Sîrê (Şêladizê), Baregeha Leşkerî ya Sîrê (Şîrtê), Baregeha leşkerî ya Kupkê, Baregeha leşkerî ya Qimrê ya Berwarî,  Baregeha leşkerî ya Koxê Spî, Baregeha leşkerî ya Deriyê Dawetiya, Baregeha leşkerî ya Çiyayê Serzêrî, Baregeha leşkerî ya Zêlkan a li binarê çiyayê Meqlube, Baregeha leşkerî ya li Başîqa (Bakurê rojhilatê Mûsilê) û tabûr, tugay, çekên giran û 5 hezar leşker.”

Herî kêm 5 hezar leşker

Li van herêman piranî yekîneyên taybet ên artêşa tirk û cebilxane hene. Li baregeha Kanîmasî ji bilî yekîneya taybet, tabûra leşkerî, li Bamernê tabûra ekanîzme, tang û çekên giran hene. Dîsa li Bamernê balefirgehek jî hatiye çêkirin. Dîmên leşker û tangan gelek caran di çapemeniyê de hatine weşandin. Tê gotin ku hejmara leşkerên tirk a li başûr derdora 5 hezarî de ye.

Pêşmergeyên PDK’ê perwerde dikin

Li gorî çavkaniyên tirkan li baregeha Diyana leşkerên tirk pêşmergeyên girêdayî PDK’ê perwerde kirin. Di sala 2015’an de jî serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu serdana baregehê kir û xebatên perwerdeyê şopandin. Ji xeynî baregehên leşkerî,  navendên MÎT’ê jî hatine vekirin. Piraniya van jî li Duhokê ne. Li gorî çavkaniyan, li Batûfa ya Zaxo, li navenda Zaxo û navenda Duhokê navendên MÎT’ê hene.

Bîlançoya êrîşan

Leşkerên ku li van baregehan gelek caran êrîşî gel kir û qetil kirin. Di her firsendê de jî êrîşî Tevgera Azadiya Kurdistanê kir. Di êrîşa 14’ê kanûnê de jî leşkerên tirk ji baregeha Kanîmasiyê bi topan êrîşî gundên herêma Metînaye kiribûn. Li nav bajar û bajarokan jî êrîşên li dijî gel zêde bûn. Di meha kanûnê sala 2017’an de li Behdînan (Duhok, Zaxo) 4 bûyerên kuştinê yên ku kiryarên wan nediyar qewimîn. Li gorî berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Cebbar Yaver, ji 1’ê çileya 2015’an heta 31’ê kanûna sala 2018’an 397 caran bi balafiran herêm hatiye bombebarankirin, 425 caran jî hatiye topbarankirin. Di van êrîşan de 288 gund hatine bombebaran û topbaran kirin.

Li dijî van êrîşan gelê herêmê jî aciz e û dixwaze artêşa tirk ji herêmê derkeve. Di êrîşa artêşa tirk a sala 2008’an a li dijî herêma Zapê de gelê herêmê baregeha Amêdiyê dorpêç kiribû nehiştibû ku tang ji baregehê derkevin.

Plana dagirkirina xeta sînor û baregehên nû

Hemû baregehên leşkerî yên dewleta tirk li ser sînor in û ji sînorê Rojhilat heta yê Rojava dom dike. Çavkaniyên siyasî û leşkerî dibêjin ku armanca dewleta tirk ya bi vê yekê ew e ku herêmeke dagirkirî çêbike û destkeftiyên kurdan tune bike. Her wiha dibêjin ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze cihên ku vala bûn, dagir bike. Êrîşên dewleta tirk piştî referanduma Başûr, zêdetir bûn. Artêşa tirk di şeva 14’ê kanûna sala 2017’an de ji Şemzînan a Colemêrgê kete Başûr. Her wiha bi helîkopteran leşker danîn herêmên wekî Geliyê Reş, Çiyayê Siro, Çiyayê Evdilkofî û Ava Hecîbegê. Artêşa tirk ku nêzî 30 kîlometreyan xaka Başûr dagir kir, li van herêman (Lêlkan, Çiyadêl) gelek cebilxane û çekên giran bi cih kirin.

30 sivîl qetil kirin

Di navbera salên 2017 û 2018’an de artêşa tirk bi êrîşên hewayî û yên din de gund, bax, baxçe û wargehên gel hedef gitin û 30 sivîl qetil kirin. Ji salên berê cudatir, cara yekem artêşa tirk Çiyayê Asosê ku 200 kîlometreyan di hundirê başûr de ye û dikeve ser sînorê Rojhilat, bombebaran kir.

Xemsariya hikûmeta Başûr û Iraqê

Li dijî dagirkerî û êrîşan dewleta tirk, hikûmetên Hewlêr û Bexdayê car caran daxuyanî dan. Lê her tim bê encam man. Di sala 2005’an de parlamentoya Başûr di rûniştineke taybet de biryara girtina baregehên dewleta tirk da. Lê birya tu carî pêk nehat. Hikûmeta Iraqê jî di sala 2018’an de ji bo lêkolînkirina binpêkirinên dewleta tirk ên li ser sînor, biryara avakirina komîteyekê da. Li gorî biryarê dê raporek bihata amadekirin û pêşkeşî NY’yê bihata kirin. Lê biryar pêk nehat. Herî dawî jî di meha çile ya îsal de Koalîsyona Saîrun a bi pêşengiya Muqteda El Sedr û Koalîsyona Bîna ya bi pêşengiya Hadî Amîrî û Nûrî El-Malîkî, ji bo derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, pêşniyarqanûn amade kirin. Her du koalîsyonan diyar kirin ku dê pêşnûmayê pêşkêşî parlamentoyê bikin. Lê ev jî hîn pêk nehatiye. SILÊMANÎ – ROJNEWS