Kurdistaniyekî din dest bi greva birçîbûnê kir

Kurdistaniyê bi navê Şiyar Xelîl ê li bajarê Nurnberg ê Almanyayê dimîne, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir

Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir, zêde dibin. Li bajarê Nurnberg ê Almanyayê, Kurdistaniyê bi navê Şiyar Xelîl li Mala Gel a Medyayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Ji bo ragihandina çalakiyê, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn û gelek Kurdistanî li Mala Gel a Medyayê di dema daxuyaniyê de amade bûn. Şiyar Xelîl daxuyanî da û wiha got: “Bi komploya navneteweyî re Rêberê me birin îmraliyê. Salên dûr û dirêj e bi rengekî tecrîdkirî tê hiştin û dinya bêdeng e. Di dema tecrîdkirina Rêberê me de li Kurdistanê gelek komkujî hatin kirin û dinyayê çavên xwe li komkujiyan girtin. Ger Rêberê me serbest bûya û karîbûya nêrînên xwe bianiya ziman, komkujiyên hatin kirin dê nebûna. Greva birçîbûnê ya ku hevala me Leyla Guven dest pê kir, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêbertî ye, ji bo afirandina wan şert û mercan e ku Rêbertî karibe nêrînên xwe bi rengekî azad bîne ziman. Ez, ciwanekî kurd vê tecrîdê, vê zilmê qebûl nakim û em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.” NURNBERG