YPS’ê li Stenbol û Îzmîrê çalakî pêk anîn

 Navenda Ragihandinê ya YPS’ê diyar kir ku di 21’ê çileyê de li navçeya Esenyûrt a Stenbolê li dijî nobedar û polîsan çalakiyek hatiye kirin û di encamê de gelek ji hêzên çekdar ên tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku roja 21’ê çileyê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, yekîneyên wan ên Şehîd Zeryan û Şehîd Çiyager li dijî nobedar û polîsan çalakî pêk anîne.

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê da xuyakirin ku çalakî bi bombeyan hatiye kirin û gelek kuştî ji çekdarên dewleta tirk çêbûne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 21’ê çileyê de li taxa Ornekê li dijî nobedarên li dewriyê digeriyan çalakiyeke bi teqemeniyê hate kirin lê encam aşkera nebûye. Li gorî daxuyaniyê, li taxa Esenyûrtê ya Stenbolê, febrîqeyeke tekstîlê ya AKP’iyayan hatiye şewitandin û berovajî îdiayên medya tirk, şewat ji ber elektrîkê derneketiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku vê çalakiya yekîneyên YPS’ê bi milyonan dolarî xisar daye rejîma AKP’ê. Her wiha hate aşkerakirin ku di 15’ê çileyê de li Esenyûrtê wesayîta xebatkarekî AKP’ê hatiye şewitandin. Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku di meha mijdarê de jî li Îzmîrê otoparkek hatiye şewitandin û bi sedan wesayît hatine asta ku nema dikarin bên bikaranîn. BEHDÎNAN