Dozger ji rojnamevan Akdenîz re 22 sal ceza xwest

Ji ber parvekirinên medyaya civakî û îfadeyên şahidên nepen, dozger der barê rojnamevan Lezgîn Akdenîz de îdianame amade kir û 22 sal ceza ji re xwest

Li Amedê, di 9’ê cotmehê de tevî siyasetmedar û rojnamegeran 141 kes hatin binçavkirin. Yek ji van kesan jî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Lezgîn Akdenîz bû. Îdianameya der barê Akdenîz de hat amadekirin ji nîv rûpelê hindiktir e û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de Akdenîz ji ber îfadeyên şahidên nepen û parvekirinên li ser medyaya civakî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê tawanbarkirin û tê xwestin 22 sal ceza lê bê birîn.

Akdenîz  îdianameya der barê wî de hat amadekirin nirxand û wiha got: “A rast ji ber tawanbariyên ku ev qas cidî ne û tenê nîv rûpel îdianame hatiye amadekirin, xeyidîm. Der barê hevalên min ên rojnamevan de bi rûpelan îdianame tên amadekirin lê belê ji bo min ji nîv rûpelî hindiktir îdianame tê amadekirin. Bi vî awayî di nav hevalên xwe de rencîde bûm. Qet nebe bila rûpelek bûna. Madem wê îdianameyeke ji nîv rûpelî hindiktir bihata amadekirin, nexwe bila ceza jî hindik bûna. Ji nîv rûpelî hindiktir e lê 22 sal cea tê xwestin. Ji tawanbariyan yek jê li gorî îfadeyên şahidê nepen e û li gorî îfadeyên wî ez bi endamtiya rêxistinê têm tawanbarkirin. Ya din jî tê derpêşkirin ku min li ser facebookê parvekirin ecibandine û bi vî awayî min li ser hevdu propagandaya rêxistinê kiriye. Ji ber van her du tawanbariyên pûç û vala tê xwestin 22 sal ceza li min bê birîn.”

Çawa bawerî bi vê tawanbariyê anîne?

Akdenîz diyar kir ku ew di çarçoveya lêpirsîna KCK/TM de hatiye binçavkirin û ji ber vê doz lê hatiye vekirin. Akdenîz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Der barê min de du beyanên şahidê nepen Ezel hene. Yek jê; tê îdiakirin ku ez fermanê ji Cemîl Bayik û Murat Karayilan digirim û radigihînim endamên rêxistinê. Ma kesekî ku vî tiştî bike, pêkan e her roj di dest de kamera û wênekêş û di nav dorpêça polîsan de daxuyaniyên çapemeniyê bişopîne? Peywira şahidê nepen gotine, loma bûye şahidê nepen. Lê belê ma dozger jî qet li vê absurduyê nanêre yan jî çawa dadgehê îtibar bi vê tawanbariyê aniye?”

‘Ma Tirkiye ne di koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de ye?’

Her wiha Akdenîz diyar kir ku şahidê nepen Ezel, di beyana xwe ya din de jî îdia kiriye ku li ser “sykpe hevdîtinê bi endamê rêxistinê re çêdike’ û wiha got: “Ma kesekî li çiyê û di dest de çek dê wexta xwe li ser skype bi chatê re derbas bike?” Akdenîz anî ziman ku hesabê wî yê skype tune ye û heta niha jî qet hesabê wî yê skype çênebûye û nizane bi kar jî bîne.

Akdenîz diyar kir ku li ser facebookê wî nûçeyeke der barê rizgarkirina Reqqa ku YPG û koalîsyona navdewletî ji dest DAIŞ’ê girtiye ecibandiye û wiha got: “Baş e, ma Tirkiye jî di nav vê koalîsyonê de cih nagire? Ew balafirên ji Încîrlîkê rabûn ma DAIŞ’ê bombe nekirin, ji bo qada hewayî piştgiriya YPG’ê nehat kirin? Madem ji ber min ev rûpel ecibandine bi propagandaya rêxistinê têm tawanbarkirin, nexwe kirinên vê koalîsyona ku Tirkiye jî di nav de ye çi ne?”

‘Ez rojnamevan im’

Di dawiya axaftin xwe de jî Akdenîz ev tişt got: “Ez rojnamevan im. Ji bo ez fermanên rêxistinekê ji endamên wê rêxistinê re ragihînim min 4 sal fakûlteya ragihandinê nexwend. Ji ber min beşa ragihandinê xwendiye, ev kes ragihandinê şaş fêm kirine. Bi salan e vî karî dikim. Nûçegihaniya heqiyê dikim, nûnerê kevneşopiyeke ku dibe dengên kesên di çapemeniya navendî de nayên dîtin. Ez li ser esasên rojnamevaniyeke bîrdoziya fermî qebûl nake û dide pey rastiyê karê xwe dikim û ez ê tim jî bi vî awayî bikim.” AMED