Gelê Şêladizê şehîdên raperînê spartin axê

Gelê Şêladizê 2 şehîdên raperîna li dijî dagirkeriya tirk ku duh di encama êrîşa leşkerên tirk de şehîd bûn, şevê din spartin axê û îro jî sersaxî tên qebûlkirin

Duh gelê Şêladizê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê bi ser baregeha tirk a Siriyê de girtin û nerazîbûn nîşandan. Gel baregehê dan ber agir û ji Tirkiyeyê xwestin ku baregehên xwe ji Kurdistanê derxin. Dema gel berbi baregehê ve diçûn û nerazîbûn raber dikirin leşkerên tirk raste rast gule berda ser gel û di encamê de zarokê bi navê Hisên Rêkanî (13) şehîd bû.

Leşkerên tirk û hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nekarîn pêşî li gel bigirin, xwestin bi rakirina balafirên şer gel bitirsînin û belav bikin. Ji ber dengê ku balafir li ser xwepêşenderan derxist, welatiyekî bi temen yê nexweşiya wî ya dil hebû ji ber dengê balafirên şer şehîd bû.

Duh bi şev di saetên dereng de gel careke din kom bû şehîdên xwe bi awayekî girseyî li Şêladizê oxir kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî îro malbatên şehîdan sersaxiyê qebûl dikin.

Ji ber Hikûmeta Herêmê hêzeke zêde ji bo parastina leşker û baregehên tirk ji gel, niha bêdengî li herêmê serwer e.

Pêşmergeyekî Zêrevaniyê ku nexwest navê xwe aşkera bike jî da zanîn ku Hikûmet û PDK ditirse ku pêşmergeyên qedîm li dijî baregehên Tirkiyeyê yên li Behdînanê çalakî bikin û da zanîn ku beşeke zêde ya pêşmergeyan  li dijî dagirkeriyê ye û alîgirên gel in. DUHOK