Li Şehbayê 11 hezar xwendekaran karname wergirtin

Li kantona Şehbayê îro zêdetirî 11 hezar xwendekarên ji Efrînê û Şehbayê bi coş û keyfxweşiyeke mezin karnameyên xwe wergirtin

Li kantona Şehbayê bi hezaran xwendekarên Efrîn û Şehbayê piştî ezmûnên xwe bi dawî kirin, karnameyên xwe yên werza yekemîn a sala perwerdeyê ya 2018-2019’an wergirtin. Îro ji bo wergirtina karnameyan li hemû dibistanên Şehbayê heyecaneke mezin hebû. Xwendekarên ku tevî malbatên xwe çûn dibistanê, bi coş û moralekî mezin karnameyên xwe wergirtin.

Têkildarî mijarê ji rêveberên dibistana Ehdasê mamoste Nûrî Mile Nesan ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku ji refa 1’emîn heta ya 6’an, xwendekaran karnameyên xwe standin. Her wiha yek ji xwendekarên dibistana Ehdasê, Êva Ebdî jî anî ziman ku karnameya xwe standiye û pir kêfxweş in.

Ji xwendekaran Xalêd jî bi lêv kir ku dê di werza duyemîn de vegerin Efrînê û xwendina xwe dewam bikin. ŞEHBA

 

Dikarî Biecibînî