KNK’ê bang li Iraq û başûrê Kurdistanê kir

KNK’ê diyar kir ku gelê başûrê Kurdistanê bi rengekî vekirî nîşan daye ku ew baregehên dewleta tirk li ser axa xwe naxwazin û bang li hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir ku li hiqûqa xwe ya dewletbûnê xwedî derkevin

Konseya Rêveber a KNK’ê, li ser bombebarana û êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji Şemzînanê heta Zaxoyê di nav salekê de gelek gundên li dora Ava Zê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bombebaran balafirên şer ên dewleta tirk hatine wêrankirin. KNK’ê da zanîn ku li gel zerar û ziyanên mal û milkî, li dora 20 kesan ji welatiyên sivîl ê xwecihî hatin kuştin.

KNK’ê işaret bi baregehên dewleta tirk ên li xeta Zaxo-Duhok-Amediyeyê kir û ragihand ku ev baregeh bi êrîşkariyê jiyana welatiyên xwecih asteng dikin. KND’ê ragihand ku herî dawî li navçeyên Dêrelok, Reşava û Şêladizê bi ber van bombebaranan 2 kes ji gundê Êtûtê hatin kuştin. KNK’ê diyar kir ku dewleta tirk ev navçeyên Kurdistanê ji bo xwe kiriye polîgona bombeyan û çekên xwe yên nû li van deran diceribîne, hem welatiyên sivîl dikuje hem jî jiyana welatiyên dorberê serûbin dikin.

Helwesta gel di cih de ye

KNK’ê da xuyakirin ku welatiyên navçeyê piştî van êrîş û bombebaranan nerazîbûneke xurt nîşandan û baregeha dewleta tirk a navçeya Sirê dorpêç kirin û şewitandin. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Welatiyên navçeyê bi dengekî bilind gotin ku ew nahêlin ev baregehên dewleta tirk li vê derê bimînin û divê derkevin. Dewleta tirk ji bo parastina baregeha xwe zêdetir teqwiyeya leşkerî kirin û bi helîkopteran leşkerên ji hêzên taybetî rê kirin û bi nizmahî balafirên şer dane firandin ku welatiyan çavtirsandî bikin. Ev operasyonên dewleta tirk û binecihkirina baregehan li van navçeya bi çi rengî naye qebûlkirin û daxwaza gel pir mafdar û rewa ye ku dixwazin ev hemû baregeh bên rakirin û ji navçeyê bên derxistin.”

KNK’ê diyar kir ku dewleta tirk bi van êrîşan hiqûqa dewletî ya Iraqa Federal jî binpê dike ku ew navçeyên têne bombebar kirin di nava tixûbên fermî yên ‘Herêma Kurdistanê’ ya di nav Iraqa Federal da ne.

Divê  dewletbûna xwe biparêzin

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hem hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî hikûmeta Iraqa Federal beramberî van bûyeran divê hiqûqê dewletbûna xwe biparêzin û nerazîbûna xwe li dijî dewleta tirk aşkera bikin. Daxwaza me bi taybetî ji hukûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku van êrîşên dewleta tirk di çarçoveya hukumraniya statuya xwe û dewleta Iraqa Federal da li nav xwe û li Bexdayê bide gotûbêj kirin û herweha ji Neteweyên Yekbûyî jî bixwaze ku hişyareke xurt bide dewleta tirk ku dawiyê li van kiryarên xwe bîne.”

Banga li berpirsyaran

Di dawiya daxuyaniya KNK’ê de ev tişt hatin gotin: “KNK bi xurtî van êrîş, bombebaran û operasyonên leşkerî yên dewleta tirk yên li Kurdistanê şermezar dike û bang lê dike ku dawiyê li van êrîşên xwe bîne. KNK bangî hemû berpirsiyarên polîtîk û sivîl yên Kurdistanê jî dike ku dijî van operasyonan dengê xwe bilind bikin, nerazîbûna xwe gelek vekirî nîşan bidin. KNK sersaxiyê dide binemalên şehîdên vê navçeya ku hatiye bombarduman kirin û saxî û silametiyê ji birîndaran ra daxwaz dike. KNK bi bangeke hawarkî ji xelkê me yê Kurdistanê daxwazê dike ku li xelkê navçeyê xwedî derkevin û herdaîm piştevanê wan bin.” BRUKSEL