10 girtyên di grevê de kirin odeyeke biçûk

Gardiyanên Girtîgeha Tîpa T ya Hêjmar 1 a Tarsusê, bi ser odeya girtiyên ketine greva birçîbûnê de girt û 10 girtiyên ku ketine greva birçîbûnê û 2 refakatvanên wan kirin odeyeke biçûk ku tenê 5 kes dikarin lê bimînin

Çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin. Piştî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, 81 roj in çalakiya xwe berdewam dike. Li girtîgehan jî girtiyên PKK û PAJK’ê di 16’ê kanûna 2018’an de dest bi çalaktiya bêdem û bêdorveger kirin û niha nêzî 300 girtiyên siyasî di çalakiya grevê de ne.

Li Girtîgeha Tîpa T ya Hêjmar 1 a Tarsûsê, di 5’ê çileyê de 10 girtiyên di grava birçîbûnê de ne û 2 refakatvanên wan ji odeyê derxistin û avêtin odeyek biçûk ku tenê 5 kes dikarin lê bimînin. 12 kesên ku li odeya şûna 5 kesan hatin bicihkirin bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Girtî li malbatên xwe geriyan û agahî dan. Girtiyan diyar kir ku piştî ew avêtin odeya biçûk êdî kontrola wan a tenduristiyê nayê kirin û vîtamînên B12 bi rêk û pêk nadin wan. Girtiyan da zanîn ku hin caran pêdiviyên wan ên xwê, şekir û lîmonê jî asteng dikin. MÊRSÎN