Barzanî daxuyaniyeke sosret da

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî, li şûna ku kuştina sivîlan a bi destê dewleta tirk şermezar bike, hincet ji xwe re peyda kir. Barzanî, PKK û gel sûcdar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser raperîna gelê Şêladizê ya li dijî bombebarana dewleta tirk, daxuyaniyek sosret da. Barzanî piştî civîna Desteya Wezîran a li Hewlêrê civîneke çapemeniyê pêk anî û li ser kuştina 4 sivîlan ji aliyê hêzên dewleta tirk ve, gelê Şêladizê yê li ber dagirkeriyê rabû û PKK sûcdar kir.

Barzanî bi daxuyaniyê de berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re di ser kuştina welatiyên kurd re dibîne. Barzanî êrîşên dewleta tirk wiha parast: “Siyaseta me ya Herêma Kurdistanê wiha ye; Em bi tu awayî qebûl nakin ku ji bo gef li ewlekariya cîranên me were xwarin axa me bê bikaranîn. Ya ku rê li ber van bobelatan vekiriye ev e. Ev rêxistin bi bikaranîna xaka Kurdistanê re dixwaze pirsgirêkê di navbera me û cîranên me de derxînin. Bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê em vê yekê tu carî qebûl nakin.”

Gef li gel xwar

Barzanî hîn bêhtir da nav, gel sûcdar kir û gefa cezakirinê xwar: “Bêguman maf e ku bêyî têkbirina aramiyê xwepêşandan were kirin lê belê em qebûl nakin ku berê xwepêşandanan bê guhertin û şîdet were bikaranîn. Ji bo lêkolînkirina rewşê dê ya pêwîst bê kirin. Ji bo bûyerên bi vî rengî careke din neqewimin, em ê bi rengekî cidî li ser bisekinin.”

Barzanî ji bo pirsekê got, “Mixabin ji ber bomberdûmana balafirên şer ên tirk hin welatiyên me şehîd bûn”, lê hejmar aşkera nekir.

Êrîş rewa kir

Barzanî di berdewamî wiha got: “Ev şehadet ne ji ber bombekirina gundan e, ji ber bombekirina herêmên PKK lê ye.” Bi vê gotinê hewl da êrîşê rewa bike lê aşkera nekir bê li “Herêmên PKK’ê” çima sivîl tên kuştin.

Der barê dewleta tirk de tiştek negot

Barzanî îdia kir ku “Hebûna PKK’ê” bûye sedema êrîşê û wiha got: “Divê em sedemên ku rê li ber vê bombebaranê vekirine ji holê rakin.” Barzanî aşkera nekir bê mebesta xwe ji vê gotinê çi ye. Barzanî li ser dewleta tirk ku failê êrîşê ye, nerazîbûn nîşan neda. HEWLÊR