Temellî: Ger tecrîd ranebe dê rewşa heyî xerabtir bibe

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku daxwaza çalakiyên grevên birçîbûnê zelal in û ew jî rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Temellî got ku çalakvan di çalakiya xwe de bi israr in û bang li hikûmetê kir ku dawî li tecrîdê bîne

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temelli; li navenda giştî ya HDP’ê geşedanên dawî nirxandin. Temellî di serî de di serî de destnîşan kir ku hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi awayekî bêhiqûqî hate girtin û niha jî bi dehan parlamenter û siyasetmedar di girtîgehê de ne.

Temellî got ku ew dixwaze vê rewşa ku hiqûqê nas nake teşhîr bike û wiha domand: “Me Leyla Guven a 81 roj in di greva birçîbûnê de ye, ziyaret kir. Silavên wê hebûn. Diyar kir ku wê greva birçîbûnê bi biryardarî bidomîne. Yên ku hewl didin berdana wê û greva birçîbûnê bi hev ve girê bidin, xwe şaş dikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin. Hem Leyal Guven hem jî zêdetirî 230 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Her wiha nêzî 1000 hevalên me jî bi awayekî bêdem û dorveger di greva birçîbûnê de ne. Armanca wan rakirina tecrîdê ye.”

Tecrîda li ser Ocalan

Di berdewamê de jî Temellî got ku çalakvan heta ku tecrîd bi dawî dibe bi israrin ku çalakiya xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Ji bo ku ev çalakî bi mirinan bi dawî nebe, em bang li desthilatdariyê dikin. Daxwaz zelal e. Tecrîdê bi dawî bikin. Tecrîda ku 20 sale didome binpêkirineke giran a mafên mirovan e. Malbat û parêzer nikarin hevdîtinan bikin. Bi hevdîtineke piştî 2 sal û nîvan nikarin civakê bixapînin. Ev têr nake divê birêz Ocalan bikare mafên xwe bikarbîne. Tecrîd bûye sîstemek û li temamiya Tirkiyeyê belav bûye. Divê hêzên demokrasiyê, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê dengê Leyla Guven bilind bikin. Ger tecrîd bi dawî nebe, dê rewşa welat xerabtir bibe.”

Biryara AKPM’ê

Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (AKPM) ya der barê tecrîd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de biryar da. Biryareke girîng bû. Asta hiqûq, demokrasî û mafên mirovan raxist ber çavan. Hûn nikarin bêjin ez biryara PMKE’ê ya der barê Demîrtaş de nas nakim. Hûn nikarin bêjin biryara CPT’yê ya der barê Îmraliyê de nas nakim.  Lê binihêrin, yên ku Rojhilata Navîn wêran kirin, tengav bûne û li rêbazên nû digerin. Bêrêgez in. Niha jî Mutabaqata Edeneyê xistin rojevê. Bi vê yekê dixwazin zextê li ser gelê kurd û Tirkiyeyê ferz bikin. Ev ne tu rêyeke. Ev yek hilweşîneke mezin e. Lê divê bê zanîn ku têkoşîna me ya demokrasî û aştiyê li dijî tecrîd û şer e.” ENQERE

Dikarî Biecibînî