HDP, di rêza 12’emîn a pûsûlayê de ye

YSK’ê ji bo cihê partiyan di pûsûlaya hilbijartina rêveberiyên herêmî de diyar bike pişk avêt. Li gorî vê cihê HDP’ê di rêza 12’emîn de ye. Ji dawî de jî di rêza 2’emîn de ye

Hilbijartina rêveberiyen herêmî dê di 31’ê Adarê de pêk bên. Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) ji bo cihê partiyan ên di pûsûlayê de diyar bike, pişika partiyan avêt. Li gorî vê CHP di rêza 7, AKP di rêza 8, MHP di rêza 10, ÎYÎ Partî di rêza 11 û HDP jî di rêza 12’emîn de cih digire.

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven têkildarî hilbijartinê axivî û wiha got: “Li gorî heta îro hêjmara welatiyên hilbijêr 57 milyon û 78 hezar û 461 e. Hêjmara sindoqan 194 hezar û 715 ye.”

Rêza partiyan a di pûsûlaya hilbijartinê de wiha ye: 

Partiya Saadet – Rêza 1’emin

BTP – Rêza 2’yemîn,

TKP – Rêza 3’yemîn,

Partiya Vatan –  Rêza 4’emîn,

BBP –  Rêza 5’emîn,

Partiya Hur Dava-  Rêza 6’emîn,

CHP –  Rêza 7’emîn,

AKP –  Rêza 8’emîn ,

DP – Rêza 9’emîn,

MHP – Rêza 10’emîn,

Partiya ÎYÎ Parti – Rêza 11’emîn,

HDP – Rêza 12’yemîn ,

DSP – Rêza 13’emîn. ENQERE