Ozugurlu: Mutabaqata Edeneyê mimkun nîne

Bişar Durgut/Amed

Rojnameger Mûsa Ozugurlu got ku tu bingeheke alîkariya siyasî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê nemaye û dixwaze bi  Mutabaqata Edeneyê ji xwe re bingeheke hiqûqî ava bike. Ozugurlu anî ziman ku mimkûnata sepandina vê mutabaqatê nîne

Li Sûriyeyê denklema leşkerî û siyasî her ku diçe tevlihevtir dibe. Li hêlekê biryara DYA’yê ya vekişîna ji Sûriyeyê, li hêlekê rewşa Idlibê û li hêla din jî hevdîtinên di navbera rêveberiya xweser û Şamê de hene. Herî dawî jî hevdîtina serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li Moskovê ku di 23’yê çileyê de pêk hat, rojeva heyî hema hema bi temamî guherand. Bi dawîbûna hevdîtinê re Erdogan bi israr got ku divê Mutabaqata Edeneyê ku di sala 1998’an de di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de hatibû îmzekirin, bikeve meriyetê.

Me jî Mutabaqata Edeneyê ji rojnameger û pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozugurlu pirsî. Ozugurlu dibêje ku her çiqas îxtimala xalên veşarî yên di vê mutabaqatê de hebin jî, mimkun nîne ku di şert û mercên niha de peymaneke wiha bikeve meriyetê.

Piştî hevdîtina di navbera serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li Moskovê, Mutabaqata Edeneyê kete rojevê. Gelo çi ye ev Mutabaqata Edeneyê?

Piştî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin, ev mutabaqat li ser daxwaza Tirkiyeyê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de hat îmzekirin. Dema ku em li xalên mutabaqatê yên ku bi raya giştî re hatine parvekirin dinihêrin, mirov dikare bibêje ku di esasê xwe de peymaneke ‘tenê ji bo rêxistina PKK’ê’ hatiye çêkirin. Peymana ku weke berdewamiya vê ya sala 2010’an de navên hinek rêxistinên din hene. Lê ji bilî ‘PKK/KONGRA-GEL’, navê tu rêxistineke din nehatiye destnîşankirin. Di peymanê de tenê gotinên weke ‘dûvik/berdewamî’  hatine diyarkirin. Bilêvkirina mafê Tirkiyeyê ya operasyoneke li dijî YPG’ê ji ber vê xala ku ev gotin tê de cih digirin e. Lê hem di mutabaqata sala 1998’an de û hem jî di peymana sala 2010’an de, xaleke ku Tirkiye bi tena serê xwe bikare li hundirê Sûriyeyê operasyonan pêk bîne, nîne. Li hemberî vê; qala  ‘operasyoneke hevpar’ ku herdu dewlet pêkve bikin, tê kirin. Lê li Şamê ku ne li gorî belgeyeke nivîskî, qala mutabaqeteke ku ‘Ger pêwîst bike Tirkiye dikare 5 heta 15 km’yan li hundirê Sûriyeyê operasyonê pêk bîne’ hatiye kirin. Li vir jî îxtimala xalên veşarî yên mutabaqatê derdikeve holê.

Xalên veşarî yên vê mutabaqatê yên ku ji raya giştî tên veşartin hene yana na? Ger ku hebin, gelo di hêla leşkerî û siyasî de dibe ku mafekî çawa ji Tirkiyeyê re hatibe dayîn?

Tê îdiakirin ku xalên peymanê yên veşarî hene û temamiya naveroka wê ji raya giştî re nehatiye parvekirin. Bi taybet jî îdiayên Tirkiyeyê ku dibêje; ‘xalên ku mafê operasyoneke yekalî dide me di peymanê de hene’, îxtimala vê îdiayê zêde dike. Rewşeke cuda ya ku di mutabaqatê de nehatiye destnîşankirin lê di pratîkê de jî heye. Ev jî li gorî peymanê ne sînor ne ji hêla Sûriyeyê ve, divê ji hêla Tirkiyeyê ve bê parastin. Ji ber vê yekê ye ku beriya şer, bicihbûneke micid a artêşa Sûriyeyê li ser sînorê Tirkiyeyê nebû. Ev yek jî dikare weke xalên peymaneke veşarî bê nirxandin. Jixwe pratîk jî vê piştrast dike. Ji bilî van, ne mimkun e ku xalên din an jî mutabaqatên din ên veşarî hebin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan çima ewqas bi israr li ser Mutabaqata Edeneyê disekine?

Bawerim çend sedemên wê hene. Tirkiye êdî bi awayekî dibîne ku pêkanîna operasyoneke li nav axa Sûriyeyê, pir zehmet e. Berê DYA hebû (niha jî heye). Lê bi biryara vekişîna DYA’yê re valahiyek çêdibe û dê ev valahî ji hêla Rûsya û Sûriyeyê ve bê dagirtin. Ger ku ev yek pêk neyê, Sûriye û Rûsya dê kurdan li hemberî Tirkiyeyê bi tenê bihêlin. Ew jî vê yekê naxwazin. Ne tenê ji ber kurdan, ev her du welat ji xwe serdestiya Tirkiyeyê ya li herêmê naxwazin. Di vê rewşa heyî de ger ku Tirkiye operasyonekê pêk bîne, ne tenê kurdan dê rasterast Sûriyeyê û neyekser/rasterast Rûsyayê jî li hemberî xwe bibîne. Ev jî dê rê li ber encamên micid veke. Ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin ku mimkunata operasyonê nîne. Di vê rewşê de Tirkiye dê çi bike? Di esasê xwe de ji bo xurtkirina îdiaya xwe ya mafê operasyonê, Mutabaqata Edeneyê tekane rêya wê ye. Lê gelo derbasdariya vê mutabaqatê çiqas ma ye? Dema ku ev mutabaqat hatiye îmzekirin şert û merc gelek guherîn. Lê Tirkiye dibêje ku şert û merc heman in û  peyman jî derbasdar e. Sedema pêşniyazkirina Mutabaqata Edeneyê ya Putîn ew e ku dixwaze Tirkiyeyê neçarî hevkariya bi Sûriyeyê re bike. Lê Tirkiye ji xalên mutabaqatê tenê ya ku destûra operasyonê dide wê qebûl dike. Di berdewamiya peymanê ya di sala 2010’an de jî qala xebata ‘hevkariya her du welatan’ tê kirin. Bi kurtasî, ji ber ku di halê hazir de ji bo Tirkiyeyê tu bingeheke alîkariya siyasî nemaye, bi mutabaqatê re dixwaze bingeheke ‘hiqûqî’ çêbike.

Tirkiye ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heta niha her tim di bloka li dijî Esad de cih girtî, niha jî bi israr mutabaqateke ku dê rêveberiya Esad rasterast û fermî nas bike û pê re têkilî deyne diparêze. Dema ku em ji vê hêlê lê dinihêrin, divê pozîsyona Tirkiyeyê çawa bê xwendin? Di heman demê de ev nayê wateya îflasa Tirkiyeyê jî?

Li gorî min ev refleks ne weke refleksa naskirina Esad,  divê weke refleksa ‘ji bo tunekirina talûkeya kurdan, pêwîst bike em ê Esad jî nas bikin’ bê xwendin. Mutabaqat tenê ji bo avakirina bingeha ‘mudaxalekirinê’ ye. Heke na çima heta niha neanîn rojevê? Ji ber ku ew wisa difikirîn ku mîna li Efrîn, Şaxê Zeytûnê û Mertalê Firatê dê bikarin operasyonê pêk bînin. Wê demê rewşeke fiîlî hebû lê nîha şert û merc guherîn. Nîha êdî Sûrîyeyê xwe hinek bi ser hev de bir û kurd jî ji hêla Şamê ve weke muxatap tên dîtin. Li hemberî pozîsyona ku her du alî gihaştinê û avabûna bingeha hevkariyê, Tirkiye hewl dide ku Mutabaqata Edeneyê bixe meriyetê.

Li gorî mutabaqateke wiha pêkan e?

Bi ya min êdî ne mimkun e. Ji ber ku ji bo her du aliyên di demên berê de (di dem û çarçoveya peymanê de) tenê PKK hebû. Lê ger gotin di cih de be, ‘di bin pirê de gelek av herikî’ û kurdan di şerê Sûriyeyê de dînamîkeke nû afirand. PYD û YPG li wir tenê partî/rêxistin nînin. Jixwe li muxatapgirtina wan a ji hêla Moskov û Şamê ve û hevkariya DYA’yê ya bi wan re jî vê yekê nîşan dide. Ji ber vê yekê mimkunata sepandina vê mutabaqatê nîne. Bifikirin ku ji rayedarên rêxistina ku qaşo dê mutabaqat li dijî wê bikeve meriyetê (Sîpan Hemo) li baregeha leşkerî ya rûsan di hizûra efserên rûs de bi serokê Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê, serokê Fermandariya Giştî û rayedarê Îstîxbarata Leşkerî ya Sûriyeyê re hevdîtinan dike. Piştre jî diçe Moskovê û bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê û serfermandarê Rûsyayê re hevdîtinan dike. Di vê rewşê de gelo dê mutabaqat li hemberî kê bê çêkirin? Di vir de tenê îstîsnayek heye ku ew jî bi temamî tunebûna zemîna lihevkirinê ya kurdan û Şamê ye. Lê di vê rewşê de jî dê DYA bi awayekî çalak bikeve dewrê û dibe ku rewşa heyî hîn aloztir bibe. Lê weke ku niha, bi qasî ku di navbera kurdan û Şamê de hevdîtin hebin, ne pêkan e ku Mutabaqata Edeneyê pêk bê.