Yekgirtû ya Îslamî komkujiya artêşa tirk şermezar kir

Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê komkujiyên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li hikûmetê kir ku pirsgirêkê çareser bike

Li Geliyê Reşeva ya Dêrelokê di 23’yê çileyê de di encamana bombebaranên dewleta tirk de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da 2 kes jî winda bibûn. Derbarê vê bûyerê de Ofîsa 3’yemîn a Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê ya Duhokê daxuyaniyek nivîskî da.

Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê bomberankirin û şehîdxistina welatiyan a  ji aliyê artêşa tirk ve şermezar kir. Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku erka hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê ew e ku van pirsgirêkan çareser bike.

Daxuyaniya Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê  wiha ye:“Di demeke ku gelê Kurdistanê li benda jiyanek bi aram û bextewer bûn, piştî ku qeyranek tund derbas kirin, careke din destwerdan li ser serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin. Balafirên şer ên artêşa tirk êrîşî herêmên sînor yên girêdayî Dihokê kir û sivîl bûn qurbanî. Ofîsa Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistan li Dihokê van êrîşan bi taybetî şehîdkirin û birîndarkirina welatiyên li bajrokê Dêrelokê şermezar dike. Berpirsên ku hêlayî ev rewş derkeve holê jî Hikûmeta Navendî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ne.Ev çend salin hikûmeta navendî ya Iraq û Herêma Kurdistan pirsgirêkên li herêmên sînor çareser nekirye. Bi berdewamî welatiyên sivîl û bê guneh dibin qurbaniyên êrîşan û rastî metirsî êrîşan tên. Em bang li parlementoya Herêma Kurdistanê dikin bi cidî li ser vê pirsgirêkê raweste û sînorek dayne ji bo parastina can û malê welatiyên li herêmê.”SILÊMANÎ