Li Amedê pankarta piştgiriya Guven

Navenda Nûçeyan

Li semta ofisê ya Amedê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê hevseroka KCD’ê Leyla Guven pankarteke li ser nivîsa “Deng bide Leyla Guven, Tecrîdê parçe bike” nivîsandî hat daliqandin

Gelê bakurê Kurdistanê xwedîderketina xwe ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorger a parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, didomîne. Di vê çarçoveyê de li semta ofisê ya Amedê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku di roja 81’emîn de didome, pankarteke li ser nivîsa “Denge bide Leyla Guven, Tecrîdê parçe bike” nivîsandî li serbihurekî hat daliqandin.

Dikarî Biecibînî