Tirkiye dikeve “Buhrana Mezin”!

 Prof. Dr. Sungur Savran, qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê şiband serdema salên 1929’an a “Buhrana Mezin” û wiha got: “Îktîdara niha, li şûna rê li pêş qeyranê bigire her dem taloq dike. Piştî hilbijartinê dê kedxwariya karker û kedkaran zêdetir bibe. Dê êrîşî kedê bikin. Karker dê bi girseyî ji kar bên avêtin.”

Li Tirkiyeyê qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe. Her ku qeyran kûr dibe, zêdetir bandorê li ser karker, kedkar, rêncber, çotkar û esnafan dike. Welatiyên bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî qeyranê tînin ziman jî rastî ceza tên. Her çend rayedarên desthilatiya AKP’ê bi daxuyaniyan hewl bidin çavê gel bigirin jî lê lêçûna welatiyan zêde dibe û heqê keda wan erzan dibe. Li Tirkiyeyê betalî, xizanî zêde dibe. Kedxwarî zêde dibe û heqê kedê her diçe erzan dibe. Têkildarî qeyrana aborî ya li Tirkiye Hîndekarê Zanîngeha Okan a Stenbolê Prof. Dr. Sungur Savran nirxand. Savran anî ziman ku qeyrana aborî dê piştî hilbijartina 31’ê adarê bêtir kûr bibe.

Prof. Dr. Sungur Savran, qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê şiband serdema salên 1929’an a “Buhrana Mezin” û wiha got: “Desthilata niha, li şûna rê li pêş qeyranê bigire her dem taloq dike. Piştî hilbijartinê dê kedxwariya karker û kedkaran zêdetir bibe. Dê êrîşî kedê bikin. Karker dê bi komî ji kar bên dûrxistin. Piştî qeyranê êdî cîhanek nayê jiyîn li pêş me ye. Niha welatiyên ku ji bo debara xwe bikin zarokên xwe difiroşin jî hene. Qeyrana îro li Tirkiyeyê heye jî dişibe Qeyrana Mezin a Buhranê. Ev qeyran ne tenê li Tirkiye, li hemû cîhanê heye. Tevgerên faşîst li Ewropa û Amerikayê bilind bûn. Nakokiyên nava welatan zêde dibin. Dozên gumrikê zêde dibin. Şerê bazirganiyê dest pê dikin. Niha rîska şerê cîhanê yê siyemîn zede ye. Em li tevahiya cîhanê di rewşa awarte re derbas dibin.”

Tirkiye jî para xwe ji qeyranê girt

Savran anî ziman ku Tirkiye jî para xwe ji vê qeyranê girtî ye û wiha berdewam kir: “Ewil qeyran li welatên rojava pêş ket. Piştre derbasî Tirkiyeyê bû. Niha Tirkiyeyê jî para xwe ji vê qeyranê girtiye. Sermayeya Tirkiye ket bin deynê dowîzan. Piştî faîz zêde bû sermaye dîsa li Tirkiyeyê vegeriyan. Vê carê sermayeya Tirkiyeyê ket bin valahiyek kûr. Li Tirkiyeyê qeyranek kûr heye. Tirkiye di qada hilberînê de jî dikeve qeyranê. Ev yek dibe sedem ku qeyrana betaliyê jî zêde bibe. Sermaye ku êdî nikarin hilberînê bikin êrîşî kedê dikin. Hikûkemata AKP’ê tawiz li ser tawîzan dide dervê welat. AKP dixwaze hilbijartina 31’ê adarê bê bela derbas bike. Lê piştî 31’ê adarê dê vê carê êrîşî keda karkeran bikin. Dê kedxwarî zêde bibe. Dê sermaye karkeran bi komî ji kar derbixe an jî dê bi kedek pir erzan karkeran bidin xebitandin. Ji ber vê yekê dê binpêkirina kedê zêde bibe.”

 Divê karker û kedkar bi rêxistinî tevbigerin

Prof. Dr. Sungur Savran di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tişta ku divê bê kirin jî û wiha got: “Divê karker, kedkar û gel li dijî vê yekê bibe yek. Divê hemû sendika û komeleyên karkeran kerker û betal tev bibin yek û mafê keda xwe biparêzin. Divê hemû li cem kesên bindest cih bigirin û li dijî qeyrana aboriyê têbikoşin. Ger ku karker û kedkar piştgiriyê nedin AKP’ê, AKP dê darbeyek gelek mezin bixwe. Ji ber vê yekê AKP hewl dide vê qeyranê taloqî piştî hilbijartinê bike. Divê karker û kedkar li hemberî vê yekê pir hestiyar û bi rêxistinî tevbigerin.” STENBOL