Li dijî binçavkirinan kampanyaya îmzeyan

Navenda Nûçeyan

Komek rojnamevan, mamosta, rewşenbîr, çalakvan û welatiyên herêma başûrê Kurdistanê li dijî binçavkirinên li Şêladiz, Duhok û girtina ofîsa NRT ya li Duhokê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin

Balafirên şer ên artêşa tirk di 23’yê çileyê de Geliyê Reş ê li herêma Dêrelok a girêdayî Amediyeyê ya bi ser Duhokê bomberan kir û di encamê de  4 sivîl hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina 4 kesan nerazîbûna welatiyên herêmê ku bi salan e bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû ne zêde bû. Bi taybetî welatiyên bajarokê Şêladizê bi ser baregeha artêşa tirk de girtin û baregehê dan ber agir û diyar kirin ku ew dagirkeran li ser axa xwe naxwazin.

Piştî serhildana gel rêveberên hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke sosret piştgirî da êrîşên dewleta tirk û gefa hesabpirsînê li welatiyan xwar. Her wiha serokwezirê herêmê Nêçirvan Barzanî piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavuşoglu re dest bi operasyonê kir û bi dehan welatiyên ku tev li şermezarkirina êrîşên dewleta tirk bûn, hatin binçavkirin.

Di çarçoveya van operasyonan de komek rojnamevan, mamosta, rewşenbîr, çalakvan û welatiyên herêma başûrê Kurdistanê li dijî binçavkirinên li Şêladiz, Duhok û girtina ofîsa NRT ya li Duhokê kampanyayek ya îmzeyan dan destpêkirin. Dê encamên kampanyayê radestî Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Iraq û Herêma Kurdistanê werin kirin.

Li ser navê kampanyayê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku di demek nêzîk de hemû kesên binçavkirî werin berdan û tu astengiyek ji bo ragihandinê neyê çêkirin û wiha hat gotin: “Em bang li hemû aliyan dikin da ku li gorî yasayên Herêma Kurdistan û Iraqê tevbigerin. Ya ku li herêma Behdînanê pêk hatî, mafê yasayî yê hemû welatiyên herêmê ye û li dijî hêzek dagirker weke dewleta tirk rabûne ser pêyan. Ne gelê me leşkerên wan yasayên navneteweyî binpê kirine. Di nava xaka Herêma Kurdistanê de bi cih bûne û rojane gelê mê dibin qurbanî.”

Dê li Duhokê çalakî pêk were

Ji aliyê din ve dê komek rojnameger, çalakvanên civaka sivîl, nûnerên sentere Metro û welatiyên Duhokê îro saeta di 15.00’an de li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Başûr û piştgirîdayîna raperîna Şêledizê ya li dijî dagirkeriyê li Parka Newroz a Duhokê çalakiya şermezarkirinê pêk bînin.