Hîn agahî ji 2 ciwanên winda nayê girtin

Roja 23’yê çileyê di encama balafirên şer ên artêşa tirk de 4 welatî jiyana xwe ji dest dabûn. Lê ji wê rojê ve cenazeyê 2 ciwanan winda ne û tevî hemû lêgerînan jî hîn agahî ji cenazeyan nayê girtin

Balafirên şer ên artêşa tirk 23’yê çileyê Geliyê Reşawa û gundê Hêtûtê bombeberan kiribûn. Di encama her du bombebaranan de 4 welatiyên ji Dêralokê û bajaroka Hêtûtê jiyana xwe ji dest dabûn. Lê heta niha agahî ji 2 ciwanên di dema bomberanê de li Geliyê Reşawa li ser ava Zê bûn nehatiye girtin.

Cenazeyê Azad Şahîn û Wehîd Baqî piştî bûyerê bi çend saetan hatin dîtin lê agahî ji ciwanên bi navê Rêdar Mihemed Tahir û Azad Mecîd ku li heman cihî masî digirtin, nayê girtin.

Li gorî nûçeya ajansa ROJNEWS’ê malbat û xizmên her du ciwanan bi rojan e li herêmê li zarokên xwe digerin lê heya niha tu agahî ji wan negirtine û hîn jî xebatên lêgerînê didomin.

Her wiha heman rojê gundê Hêtûtê yê dikeve çiyayê Sitas yê ser bi Şêladizê jî hatibû bombekirin û di encamê de du welatiyên ji bo kar çûbûn gundê xwe jiyana xwe ji dest dabûn. Di dema lêgerînê de cenazeyên du welatiyên bi navê Ziyad Hecî Zêro û Bextiyar Hesen ji bin kavilên şikeftê ku balafiran lê xistibûn, hatibûn derxistin. DÊRALOK