Mîrê êzidiyan Tehsîn Beg çû ser dilovaniya xwe

Serokê Konseya Manewî ya Bilind a Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg ê li nexweşxaneya Hannover a Almanyayê dihat dermankirin, çû ser dilovaniya xwe

Ji lîderên rûhanî yên êzidiyan Mîr Tehsîn Beg ku ji hefteya bihurî ve li bajarê Hannover ê Almanyayê dihate dermankirin, koça dawî kir.

Hate ragihandin ku serokê Konseya Manewî ya Bilind a Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg, danê sibehê li nexweşaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest daye. Malbata wî û saziyên êzidiyan wê li Hannoverê sê rojan serdanên sersaxiyê qebûl bikin.

Kurê Mîr Tehsîn Beg Hazîm Mîr Tehsîn Beg diyar kir ku cenazeyê bavê wî dê li başûrê Kurdistanê were veşartin.

Wezareta Karên Diyanetê ya Iraqê jî li ser mirina Mîr Tehsîn Beg daxuyanî da û got ku ew ji ber mirina emîrê êzidiyan xemgîn in.

Mîr Tehsîn Beg ê 86 salî, piştî ku bavê wî Seîd Beg sala 1944’an çû ser dilovaniya xwe, bûbû ‘Mîr’ ê êzidiyan. HANNOVER