Yekemîn buroya hilbijartinê li Qersê vebû

HDP buroya hilbijartinê ya ewil li Qersê vekir. Di axaftinên vekirinê de hat gotin ku ew ji gelê xwe bawer in û dê bi ser bikevin

Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê adarê de buroya hilbijartinê ya ewil li navenda Qersê vekir. Di vekirina buroyê de namzetên hevşaredariya HDP’ê yên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen, rêveberên HDP, DBP ên bajêr û navçeyan û gelek welatî amade bûn.

Di vekirina buroyê de Şevîn Alaca axivî û diyar kir ku ew wek HDP’ê parazvanê kevneşopiyeke mezin in û di heman demê de mizgîniya nûjenî û siberojê ne û wiha got: “Divê êdî gel xwe bi xwe bi rêve bibe. Em ê mekanîzmayek ku gelê me dikaribe şaredariya xwe birêve bibe ava bikin. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Qersê em û gelê xwe dê mil bidin milê hev û bixebitin.”

Ayhan Bîlgen jî da zanîn ku dê di pêvajoya hilbijartinê de li ne dijî muxalefetê berevajiy dê siyaseteke li dijî tifaqa AKP-MHP’ê bi rê ve bibin û wiha axivî: “Li Qersê AKP û şîrikê wan MHP muhatabê me ne. Ji bilî van dê tu polemîkek me ya şexsî çênebe. Kesên li pişt deriyan gote gotan dikin em ê di 31’ê adarê de wek mevtayên siyasî îlan bikin.”

Li dijî îhtîmala mirinê divê em dev ji jiyanê berdin?

Bîlgen bersiva propagandaya “HDP wê bi ser bikeve lê dê dîsa qeyûm tayînî şûna wan bikin” a ji aliyê hin partiyên siyasî ve tê kirin da û wiha got: “Dema em nefesê distînin ji bo îhtîmala fetisînî heye divê qey em nefesê nestînin? Dema em birçî bibin divê qey em xwarinê nexwin? Ji bo em ê rojekê bimirin divê qey em dev ji jiyanê berdin? Ji bo me jiyan berxwedan e. Bawerî pêkanîna serkeftinêvye. Em bi gelê xwe bawer in û dê bi ser bikevin.” Piştî axaftinan buro hat vekirin. QERS