ÎRA: Rojnamevanên rastiyan parve dikin dibin hedefa desthilata herêmê

Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) bi daxuyaniyekê êrîşên li ser çapemeniyê şermezar kirin û da zanîn ku Hikûkmeta Herêma Kurdistanê destûr nade ku rastî bên ragihandin. ÎRA’yê diyar kir ku rojnamevanên rastiyan parve dikin dibin hedefa desthilata herêmê

Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) di der barê binçavkirinên dawî yên rojnamevanên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎRA’yê got ku dinava mehekê de gelek peyamnêrên KNN, ROJNEWS û NRT’ê ji aliyê asayîşa herêmê ve hatin binçavkirin. ÎRA’yê da zanîn ku rojnameger û peyamnêrên ku hewl  didin bibin dengê civakê û rastiya herêmê bi raya giştî re parve bikin dibin hedefa desthilatdaran.

Di daxuyaniya Înîsiyatîfa Rojnamevanên Azad de wiha hat gotin: “Di meha dawî de li Herêma  Kurdistanê, zextên asayîşa hikûmeta herêmê li ser çapemeniyê zêde bûn. Di mehek dawî de gelek peyamnêrên KNN, ROJNEWS û NRT ku geşedanên herêmê şopandin, ji aliyê asayîşa herêmê ve hatin binçavkirin. Ev nîşan dide ku rojnameger û peyamnêrên ku hewl  didin bibin dengê civakê û rastiya herêmê bi raya giştî re parve bikin dibin hedefa desthilatdaran. Herî dawî peyamnêrên televziyona NRT ku bertekên welatiyên Şêlazidê anîn ziman hatin binçavkirin. Piştre jî ofîsa NRT ya li Duhokê girtin. Ev rastî herî dawî 2 roj berê li Şêladizê û Duhokê aşkera xwe da der.”

ÎRA’yê bi berdewamî ev tişt ragihand: “Di 23’yê çileyê de balafirên şer ên artêşa tirk gundê Dêrelûkê û Hêtûtê yên giredayî bajarokê Şêladizê yê Duhokê bombe kirin. Di bûyerê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 2 welatî jî birîndar bûn. Piştî wê welatiyên herêma Şêladizê di 25’ê çileyê de bertekên xwe nîşanî bombebaranê û kuştina welatiyan dan û bi ser barageha leşkerî ya tirk a li Sirê de girtin. Dema welatiyan bertekên xwe yên li dijî leşkerên Tirkiyeyê anîn ziman, di bûyerê de Hisên Rêkanî (13) jiyana xwe ji dest da. Di vê bûyerê de peyamnêrê televîzyona NRT ku çû cihê bûyerê û geşedanên li herêmê bi rêya televîzyona NRT’ê bi  cîhanê re parve kir, piştî çend saetan li gel hevalên xwe yên rojnameger hatin binçavkirin.  Piştî televîzyona NRT geşedanên li herêmê zindî weşand û bi cîhanê re parve kir, di saetên êvarî de asayişa PDK’ê bi ser malên peyamnêrên NRT de girt û 4 xebatkarên Ofîsa NRT ya Duhokê binçav kirin. Roja din jî Ofîsa NRT’ê girt. Nûnerê Televziyona NRT’ê yê Duhokê diyar kir ku asayîşê kilîda ofîsê ji karmendên wan standin û ew şandine malên wan. Nûnerê NRT’ê destnîşan kir ku hêzên asayîşê 4 xebatkarên NRT’ê li Şêladiz û Duhokê binçav kirin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de ÎRA’yê ev tişt ragihand: “Binçavkirina 4 peyamnêrên NRT û girtina ofîsa NRT’ê aşkera nîşan dide ku zextên li ser çameniyê polîtîkayek taybet a hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê ye. Zextên li ser çapemeniyê, zextên li ser azadiya ramanê ye. Balkêş e çepemeniya ku ev rastî bi raya giştî re parve kir û bertekên gel anîn ziman bu hedef. Ev îspat dike ku naxwazin rastî bê dîtin. Naxwazin dengê gel bê bihîstin. Em wekî Înîsiyatîfa çapemeniya  azad binçavkirina peyamnêrên NRT’ê û girtina ofîsa NRT’ê ya Duhokê şermezar dikin û dixwazin dawî li ser zextên çapemeniyê bînin. Li ku dibe bila bibe em zextên li ser çapemeniyê rast nabînin. Em bang li hemû rêxistinên çapemeniyê dikin ku li dijî zext û tundiya li ser xebatkarên çapemeniyê û saziyên çapemeniyê bêdeng nemînin û destûr nedin ku heqîqet bê veşartin.”AMED