Rewşa tenduristiya Nasir Yagiz giran dibe

Nasir Yagiz ê ku 69 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî giran dibe. Nûnera HDP’ê Muzeyyen Guneş destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê rêxistinên neteweyî û navneteweyî têkevin nav hewldanan

Bi pêşengiya Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 69’an de didome. Îro piştî daxuyaniyê, koma 35’emîn greva birçîbûnê dewr girt. Rewşa endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî giran dibe. Yagiz 69 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Yagiz serêş û xelandina mehd pê re çêbûye û gelek kîlo kêm kiriye.

Nûnera HDP’ê Muzeyyen Guneş li ser çalakiyê û rewşa Nazir Yagiz axivî û wiha got:“Çalakiya me ya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê didome. Nasir Yagiz 69 roj in di greva birçîbûnê de ye û rewşa wî giran dibe. Ji bo rakirina tecrîdê divê rêxistinên neteweyî û navneteweyî têkevin nav hewldanan.” HEWLÊR