Li Duhokê rojnamegerek din jî hat binçavkirin

Li xala kontirolê ya ketina Duhokê rojnameger Şêrwan Şêrwanî û çalakvanên bi navên Takur Zerdeştî û Rêkar Reşîd ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin

Vê êvarê saet di 16:00’an de rojnameger Şêrwan Şêrwanî, çalakvanên binavê Takur Zerdeştî û Rêkar Reşîd li ser rêya Akrê-Duhokê li xala kontirolê ya ketina Duhokê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Çavkaniyek ji xala kontrolê binçavkirina van her du çalakvan û rojnamegerî ji Rojnewsê re piştrast kir.

Dihat payîn ku îro li parka Newroz a bajarê Duhokê, komek rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl, nûnerên sentera Metro û welatiyên bajêr, dê çalakiyek nerazîbunê li dijî dagirkeriya dewleta tirk li dar xistana. DUHOK