‘Em agirê di zindanan de geş bikin!’

3 girtiyên ku 45 roj in li hemberî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne banga ‘Em agirê li zindanan a ji bo jiyana azad geş bikin’ kirin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 282 girtiyên di zindanan de 45 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Sadettîn Yaşar, Turan Gunana û Mesut Atiş ên di Girtîgeha Tîpa F ya Nimreya 2’an a Kandirayê de di 17’ê kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn, bi rêya malbatên xwe peyamek şandin.

Di peyamê de hat diyarkirin ku Rêbertî dilê kurd û mirovahiyê ye. Di peyamê de ev tişt hatin diyarkirin: “Rêbertî 20 sal in li dojeha Îmraliyê di çarmîxê de ye. Ma êdî ne bes e? Em ê heta kîngê vê zilm û zilmkariyê qebûl bikin. Rêbertî dengê azadîxwazan e. Rêbertî dengê mirovahahiyê ye. Hêzên emperyalîst û mêtinger dixwazin Rêbertî bêdeng bihêlin lê divê bizanibin ku Rêbertî giyanê Kurdistanê ye. Ji ber vê jî peywira me ew e ku em xwedî li Rêbertî derkevin. Em bi biryara xwe dixwazin vî tiştî nîşan bidin. Heta ku Rêbertî di warê fizîkî de azad nebe, em ê berxwedana xwe bikin mûm û em ê rêya gelê xwe vekin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, gotina me ev e ‘Yan azadiya Rêbertî, yan jî azadiya Rêbertî.’ Îro divê em ji hemû cîhanê re bibêjin ku em jiyana bê Rêbertî qebûl nakin. Îro roja xwedîlêderketina jiyana hevpar e. Em bang li hemû gelê kurd, azadîxwaz û malbatan dikin. Em agirê mûmê ya ku girtiyan di zindanan ve vêxistiye, bi berxwedana xwe geş bikin. Divê em wî agirî geş bikin ku ew agir hemû cîhanê ronî bike.” KOCAELΠ

 

 

Dikarî Biecibînî