Çîroka jiyana Nasir Yagiz

Ev 70 roj in Nasir Yagiz bi armanca şikandina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Yagiz çîroka jiyana û serpêhatiya xwe vegot

Nasir Yagiz di sala 1992’an li bajarê Êlih ê bakurê Kurdistanê ji dayik dibe. Malbata Yagiz, malbatek welatparêz e û weke her malbateke Kurdistanê para xwe ji zilm û zordariya dewleta tirk girtiye. Malbata Nasir Yagiz ji ber zilm û zordariya dewleta tirk neçar dimîne ji gundê xwe koç dike û derbasî Êlihê dibe.

Nasir Yagiz dibêje, hêj ew ji dayik nebûbû, 2 xalên wî li ber deriyê malê ji aliyê kontrayan ve hatine şehîdkirin û wiha got: “Her wiha gundê me di navbera salên 1980 û 85’an de ji aliyê dewleta tirk ve tê şewitandin û em neçar dimînin derbasî Êlihê dibin.”

Nasir Yagiz ê ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 70 roj in li Hewlêrê di çalakiya greva birçîbûnê de ye, ji Rojnewsê re behsa çîroka xwe kir û wiha got: “Bavê min dibistana amadeyî xilas kiribû û xwe ji bo zanîngehê amade dikir, ji kar û xebatên tevgera azadiyê dûr ketibû, malbatê jê re digot tenê bixwîne, xwe tev li karên din neke. Malbatê piştre ji bavê min xwest dest ji dibistanê berde, wê dikanekê jêre vekin û bila ji xwe re bixebite. Lê belê malbat tu car ji çand û exlaqê kurdewariyê dûr neket.”

Guhertina di malbatê de

Yagiz naskirina malbatê ya bi PKK’ê re û guhertinên ku bi malbatê re çêbûn wiha vedibêje: “Piştî naskirna PKK’ê û fêmkirina fikir û felsefeya Rêber Apo hêdî hêdî guhertin di nav malbatê de çêbû û bandora feodalîzmê hinekî hat şikandin. Beriya derketina PKK’ê jî înkar û îmhaya dewleta dagirker ya tirk hebû lê piştî derketina PKK’e ev înkar û îmha tundtir bû. Kontra, hizbullah gelek komên din derketin û welatiyên kurd şehîd kirin. Wê demê li gundê me 10 şehîd hebûn. Dema em ji gund derketin û li bajarê Êlihê bi cih bûn, di aliyê aboriyê de rewşa me baş bû û ev rewş heta sala 2004’an dom kir. Malbatê hertim xwest ez ji siyasetê û hinek rastiyan dûr bikevin, ji ber kû ditirsiyan.”

Çûna Amedê

Nasir Yagiz wiha behsa dema bi lez û bez ji Êlihê çûna Amedê dike: “Tê bîra min rojekê seet 4’ê sibehê bû û ez tu carî ji bîr nakim, doşekek, betaniyek û tûpek gazê yê biçûk me xistin erebê û em ji Êlihê reviyan çûn Amedê. Wê demê ez 12 salî bûm min tiştek ji jiyanê fêm nedikir. Dema ku min çavê xwe vekir min dît ez li Amedê me û bavê min ji me re mal hazir kiriye, wê demê min zanî jiyan ji bo me nexweş diçe û jiyan gaveke nû nîşanî me dide.”

Yagiz anî ziman ku her çendî xelkê Amedê jî kurd bûn lê ji wan re xerîb dihat. Wî heta wê demê jî peyvek bi tirkî nedizanî, ji ber wê çendê nedikarî derkeve derve. Yagiz di berdewama axaftina xwe de got: “Ger kesek heta civaka wî tune be, di nav civaka xwe de xwezayî û birûmet ne jiyabe, jiyanek metirsîdar li pêşiya wî heye. Me dibistan jî bi başî nexwend û ji xwe dibistanên dagirkeran bûn û em fêrî tiştek ne dikirin. Wê demê rewşa aborî ya malbatê jî nebaş bûbû û gelek caran ez ji dibistanê direviyam û diçûm dixebitîm. Bavê min her tim dixwest em bixwînin, ji ber ku malbata wî nehiştibû ew bixwîne. Lê min dizanî heta em deynên xwe nedin wê çûna me ya Êlihê tune be. Min û birayê xwe me dixwest dest ji dibistanê berdin lê bavê min nedihişt em dest jê berdin me digot em kar bikin, dîsa jî bavê min ji me re digot bixwînin.”

Naskirina partiyê

Nasir Yagiz qala lêgerînê kir û wiha got: “Bavê min piştî sala 2004’an li Amedê tişt li ser erebanokê difirotin û me jî dest bi vî karî kir, bi vî awayî li Amedê heta 2011’an me jiyana xwe berdewam kir. Lê heta 2010’an jî me nedizanî partiya me BDP ye. Heta carekê ez çûm gel hevalên xwe min wêneyê serokê partiyekê dît û min ji wan hevalên xwe pirsî min got ev kî ye, gotin ev serokê partiya me ye lê navê partiya wan nexweş bû min jî henekê xwe pê kir. Piştre wan ji min pirsî, gotin hûn ji kîjan partiyê ne, min jî got ez nizanim bavê min xistine kar ji me re gelek baş in. Min jî got çi partiyên me tune ne ez jê fêm nakim û ez bi kelecanekê çûm min ji bavê xwe pirsî? Min got bavo, partiya me kîjan e, got lawê min çawa partiya me kîjan e, min ji bavê xwe re got hevalê min ji partiyê ne. Piştre bavê min bi henekî şeqamek li serê min xist û got: Emrê te yê partiyê ye ku tu bibî partî. Tu destpêkê zarokatiya xwe bijî, lê min qebûl nekir min got ez bela xwe ji te na vekim, heta ez jî partiya xwe hîn nebim. Got lawê min partiya me BDP ye, min dîsa pirsî bavo serokê me kî ye?” Yagiz di vê navberê de balê dikêşe ser qudret û pîroziya dayîkan û dibêje; “Dayîka min jî ji bavê min xeyidî got, tu çi tiştê baş nîşanî zarokan dikî, tu wê jiyana gêrîla nîşanî wan bidî. Piştre bavê min behsa Rêber Apo û behsa PKK’ê kir, ez jî ji wan xeyidîm, min ji wan re got partiyek me heye ez hîna nizanim û ez di nav hevalên xwe de me, lê ez nizanim partiya me kîjan e, serokê me kî ye. Bi vî awayî min xwest partiya xwe nas bikim.”

Çûn û hatina Yagiz a partiyê

Êdî Yagiz jî partiya xwe naskiriye û dikare bi dilekî rehet ji hevalên xwe re bibêje, Yagiz bi wê kelecanê dibeze cem hevalên xwe dibêje: “Min got partiya me jî BDP ye, wisa rawestiyan û gotin, em jî ji BDP’ê hez dikin kêfa min ji wan re tê. Lê tu agahiyên min ne li ser BDP’ê, ne jî li ser PKK’ê hebû. Min gelek meraq kir ez û hevalê xwe em ji dibistanê reviyan. Min jê re got em îro biçin partiya me sibe jî biçin partiya we. Em çûn cihê BDP’ê min ciwanek dît, min got bavê min gotiye ev partiya me ye lê ez partiyê nas nakim, bi min bidin naskirin.” Yagiz dide diyarkirin ky xebatkarên BDP’ê bi dilgermî nêzîkî wî dibin, li dora wî kom dibin û li ser xebat û siyaseta BDP’ê agahiyê didinê. Ji wê demê û pê ve êdî çûn û hatina partiyê ya Yagiz çêdibe.

Destpêka xebatan

Nasir Yagiz aşkera dike ku piştî wî partî nas kir fêm kir ku her tişt ne aborî ye û malbat jî nîne, hinek rastî hene ji vana hemûyan mezintir û girîngtir in. Malbata Nasir Yagiz careke din biryar dide ji Amedê biçin Êlihê. Êdî wî partî naskiriye û di kesayeta wî de guhertin çêbûne. Piştî malbat diçe Êlihê. Yagiz wiha got: “Heta sala 2014’an jî çi hewildanên min ên ez bikevim nav xebatê tunebûn. Piştî wê min meclisa ciwanan ya partiyê nas kir û min dest bi xebatê kir. Êdî min zêdetir bala xwe da ser xebatê, min di xebatên amadekariya Newrozan de cih girt, belavok belav kirin û her sal ez diçûm Rojbûna Rêber Apo. Min hêdî hêdî PKK û jiyana gêrîla nas dikir.”

Girêdana bi tevgera azadiyê re xurtir bû

Yagiz wiha behsa girêdana xwe ya bi Tevgera Azadiyê dike: “Min sala 2014’an cihê xwe di meclisa ciwanan a HDP’ê de girt û min cihê xwe di rêveberiya ciwanan de girt. Min du salan berdevkiya meclisa ciwanan a DBP’ê û HDP’ê kir. Min dît ku xebat û têkoşîna tê meşandin, ne ji bo kesan bû. Min çiqas partî nas kir, girêdana min a bi malbatê re zêdetir dibû û min zêdetir ji civaka xwe hes dikir. Dema ez ketim van xebatan, min dagirkeriya dewletê baştir dît û nas kir. Min hê baştir fêm kir ku li ser Rêber Apo çima ev tecrîd û komplo tê kirin. Şerê Rêber Apo min wê demê fêm kir ku şerê li hemberî sîstem, dagirkerî, îmha û înkara li ser gelê kurd tê kirin e, girêdana min bi tevgera azadiyê ve xurttir bû.”

Êdî zext li ser Yagiz jî dest pê dike

Yagiz piştî bi awayekî aktîf di nav HDP’ê de dest bi xebatên xwe dike, gelek caran tê girtin û binçavkirin. Yagiz derbarê binçavkirin û girtinan de wiha got: “Ez sala 2016’an du caran ketim girtîgehê û wê demê dewleta dagirker a tirk sîxurtî li ser me ferz kir, lê îradeya min hêj xurttir bû. Heya sala 2018’an ez gelek caran hatim girtin. Di girtîgehê de derfet çêbû ez kêmasiyên xwe bibînim û xwe zêdetir bi pêş bixim. Min ji xwe re got, ez ê êdî ji bo jiyanek aştiyane û bi rûmet bixebitim, bîr û baweriya Rêber Apo bi me dayî naskirin û jiyana PKK’ê ji xwe re esas bigirim û têbikoşim. Piştî ew qas zext û girtinên dewleta tirk a dagirker, min biryara xwe da kû ez ji welat derkevim, lê min got cihê ez diçimê wê xebatê berdewam bikim, xwedî li çand, nasname û zimanê xwe derbikevim. Li ser vê ez hatim başûrê Kurdistanê.”

Destpêka xebata li Başûr

Nasir Yagiz dide diyarkirin ku ew derbasî başûrê Kurdistanê dibe û li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest bi xebatê dike. Yagiz wiha got: “Min dît li başûrê Kurdistanê bandora dewleta tirk a dagirker gelek xurt e. Min jî biryar da ku li vê derê xebat û têkoşîna xwe mezintir bikim û min got eger guhertinek li başûrê Kurdistanê çêbibe wê bi fikir û felsefeya Rêber Apo çêbibe. Min jî hewil da li ser wî esasî bixebitim.”

Nasir Yagiz bal kişand ser girîngiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide jinê û wiha got: “Rêber Apo dibêje; ‘Heya jin azad nebe civak azad nabe’. Pêşengên vê felsefeyê û vê rêxistinê jî hevalên me yên jin in, mînak hevala Şehîd Sakîne Cansiz, Zîlan, Bêrîtan, Berwer, Viyan û Soranin. Ev heval bûne felsefeya jina azad.”

Destpêkirina çalakiyê

Yagiz behsa bandora çalakiya Leyla Guven ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û li ser wî çêkiriye dike û gotina parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya gotibû, ‘Min kesayet û hebûna xwe bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo nas kiriye. Ji ber vê çendê heta ev tecrîd neyê şikandin ez ê dest ji vê çalakiya xwe ya birçîbûnê bernedim’ bi bîr dixe û bi lêv dike ku ev rastiya gelê kurd e. Li ser vê yekê Yagiz ev tişt got: “Min jî got ez ê çawa bibim hevrêyê wan, ez ê çawa wek kesek demokrat û aştîxwaz xwedî li Rêber Apo derbikevim. Leyla Guven ji bo min bû mînakek gelek mezin. Dema Leyla Guven got, ‘ez vê tecrîdê qebûl nakim’, min got lazim e ez jî bêjim ez vê tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakim û min dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.”

‘Kesek nikare roja me tarî bike’

Nasir Yagiz ê ev 70’ê roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye wiha got: “Min jî bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê peyama ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ da. Piştî min ev çalakî da destpêkirin û gel piştgiriyek mezin da çalakiyê, moralê min zêdetir bû û ez xurttir bûm. Piştî berxwedana gel a gelek deveran û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgeh, rojava û welatên Ewropayê hevdîtinek bi Rêber Apo re çêbû, bêguman ev serkeftinek bû lê pêwîst e em hevdîtinê wisa bi hêsanî qebûl nekin. Herkes bi awayekî xurt li Rêber Apo xwedî derkeve”

Banga Nasir Yagiz

Yagiz ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Ez bang li hemû gelê kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê dikim, bila çalakiyên xwe xurt bikin û zêdetir xwedî li Rêber Apo derbikevin. Ev çalakî ne ya Nasir û hevalên din ên di çalakiya greva birçîbûnê de ne, ev berxwedan û têkoşîn ya gelê kurd e. Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo neşikê û azad nebe, dê têkoşîn û berxwedana me berdewam bike.”HEWLÊR