Li Reqayê teqîn: 4 sivîl birîndar bûn

 Li Reqayê di encama teqîna mayîna ku li nêzî Nexweşxaneya El-Wetenî hatibû bicihkirin de, 4 sivîl bi sivikî birîndar bûn

Îro saet di 9.50’yî de, li bajarê Reqqayê teqînek rû da. Hat zanîn ku teqîn li nêzî Nexweşxaneya El-Wetenî pêk hatiye. Li gorî çavkaniyên li bajêr radigihînin di encama teqîna mayîna ku hatibû çandin de, 4 sivîl birîndar bûne. Di heman demê de ji ber teqînê ziyanên madî gihişt mal û milkên şêniyan. REQA