Li Amedê hewildana cîhadîstan!

Li taxên Kaynartepe û 5 Nîsanê yên navçeya Rezan kesên ji Pakistan, Afganistan û Îranê hatine bi cih bûne, di bin navê “cîhadê” de xwe bi rêxistin dikin

Derket holê ku kesên ji Pakistan, Afganistan û Îranê hatine li hin mizgeftên taxên Kaynartepe û 5 Nîsanê yên navçeya Rezan bi cih bûne û di bin navê “cîhadê” de xwe bi rêxistin dikin. Komên navborî bi taybetî bi ciwanên taxê re sohbetê dikin û hewl didin ku wan tev li “cîhadê” bikin. Komên navborî li taxa 5 Nisanê li mescîda Errahman a kolana 873’an û Mizgefta Kuba ya taxa Kaynartepeyê piştî nimêja eşayê dest bi xebatên rêxistinbûnê dikin. Komên navborî ciwanan li mizgeftan kom dikin û di bin navê “sohbetê” de ciwanan bi rêxistin dikin. Zextan li ciwanan dikin û dixwazin bi wan re bixebitin. Kesên li mizgeftan kom bûne di nav rojê de jî li nav esnafan digerin û bi heman rengî karê rêxistinbûnê dimeşînin. Ev hewldanên koman ên li mizgeftan bi wêneyan hat belgekirin û tespîtkirin. AMED

Dikarî Biecibînî