Li Rûsyayê tecrîd hat şermezarkirin

Kurdên ku li Rûsyayê dijîn, bi çalakiyên cihê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Her wiha kurdên ku li bajarê Kasselê yê Almanyayê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin

Li Komara Xweser a Adigeyê û li bajarê Çekyabînskê yê Federasyona Rûsyayê bi pêşengiya saziyên kurdan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Di çalakiyên şermezarkirinê de çalakgerên grevên birçîbûnê hatin silavkirin.

Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê ya li Komara Xweser a Adigeyê bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd a Bêrîtanê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê didome û gel diçin serdana çalakgeran. Li ser navê çalakgeran hat gotin ku divê ew faşîzma tirk têk bibin û Rêbertiya xwe azad bikin. Hat diyarkirin ku ev tişt berpirsyarî û peywira her kurdên bi rûmet e.

Bi pêşengiya Komeleya Civata Êzidiyan a li bajarê Çelyabînskê tecrîd hat şermezarkirin. Kurdên li Çelyabînskê li Navenda Çanda Kurd a Çelyabînskê hatin cem hev û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Endamê KNK’ê Sêvdîn Azad di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me hatiye destpêkirin. Dewleta tirk ji bo qirkirina kurdan tu sînoran nas nake. Divê gelê me van lîstikan bibîne û têkoşîna xwe geş bike.”

Kurdên li Kasselê dest bi greva birçîbûnê dikin

Kurdên ku li bajarê Kasselê yê Almanyayê dijîn jî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin. Çalakî dê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya li Kasselê were lidarxistin û tê payîn ku gelek kurd û dostên wan tev li çalakiyê bibin. Komîteya Amadekar a Greva Birçîbûnê bang li kurdên li Kassel û derdora wê kirin da ku tev li çalakiyê bibin. ADIGEY / KASSEL