Salvegera Rêveberiya Xweser a Efrînê pîroz kirin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5’êmîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê li gelê wê pîroz kir û diyar kir ku dê heta rizgarkirina Efrînê û vegera gelê wê têkoşîna xwe bidomînin

Îro 5’emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê ye. Beriya ku Efrîn were dagirkirin nêzî 500 hezar koçber pêşwazî kiribûn. Niha jî di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ye.

Bi vê boneyê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyameke pîrozbahiyê ji şêniyên Efrînê re şand û tê de wiha got:“Bi boneya 5’emîn salvegera demezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê em gelê Efrînê pîroz dikin û bi taybetî rêveberiya wê û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi giştî pîroz dikin. Efrîn berxwedêr e, Efrînê zêdetirî 500 hezar koçberên ji Sûriyeyê hembêz dikirin, Efrînê zêdetirî 58 rojan li hemberî tank, top û balafirên artêşa tirk li ber xwe da. Efrîn, dê bi berxwedan û têkoşînê vegere hembêza Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.” GIRÊ SPÎ